Li Hewlêrê daxwaza azadiya Ocalan hat kirin

În 25 Nîsan 2025 - 03:05

Yek ji endamên Şandeya HDK, DEM Partî û DBP’ê ku serdana bajarê Hewlêrê kir, Salîha Aydenîz da zanîn ku, di hevdîtinan de ji bo pêşveçûna pêvajoyê bi zelalî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan hate kirin.

Şandeyek ku ji Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) pêk dihat, li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêber Apo ve hatibû kirin de hevdîtin pêk anîn. Yek ji endamên şandeyê; Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz derbarê serdanên şandeyê yên li Hewlêrê de axivî.

Di destpêka axaftina xwe de, Saliha Aydenîz behsa serdana Şandeya HDK, DEM Partî û DBP’ê ya ji bo Hewlêrê kir û got: “Em şandeya sêyemîn in ku serdana Başûrê Kurdistanê dikin. Me di vê serdanê de rêzehevdîtin pêk anîn. Her wiha em jî wek şandeya sêyemîn me li Hewlêrê rêzehevdîtin bi aliyên siyasî yên Hewlêrê, rewşenbîr, parlamenter û kesayetiyan re pêk anîn.”

Saliha Aydenîz di dewamê de balê dikêşîne ser armanca serdana şandeyê û wiha got; “Serdana şandeyên me di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk ya Birêz Ocalan de ye. Me nêrînên xwe bi aliyan re parve kirin û silavên Birêz Ocalan gihand wan. Her wiha, emê piştgirî û helwesta wan aliyan jî bigihînin Birêz Ocalan. Ji bo ku pêvajo bi awayekî bingehîn û berfireh birêve biçe û yekitiya Kurdan bê avakirin, divê Kurd destkeftiyên xwe biparêzin. Ji ber ku hemû hewlên ji bo tunekirina destkeftiyên Kurdan ji neyekbûna Kurdan e.”

Di dawiya axaftina xwe de Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Saliha Aydenîz wiha got; “Hemû alî li ser pêvajoyê hemfikir in û behsa wê yekê kirin ku çi berpirsiyariyek bikeve ser milên wan, ew amade ne ku pêk bînin. Her wiha aliyan anîn ser ziman ku pêvajo her çiqas li Bakurê Kurdistanê be jî, wê bandoreke mezin li ser Kurdên parçeyên din yên Kurdistanê jî bike.”

HEWLÊR-ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.