Berevajîkirina çalakiya Strasbourgê

Nûçeyên Forum

Pêncşem 14 Cotmeh 2021 - 01:42

  • Destpêkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, 9’ê Cotmehê 23 sal li pey xwe hiştin. 15’ê Sibata 2022’yan jî heke heta hingî neyê azadkirin, wê Rêber Apo 23 salên xwe li zindana Îmraliyê temam bike. Her rojeke vê zindanê li gelê Kurd veguherî êşkenceyeke giran. 

Destpêkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo, 9’ê Cotmehê 23 sal li pey xwe hiştin. 15’ê Sibata 2022’yan jî heke heta hingî neyê azadkirin, wê Rêber Apo 23 salên xwe li zindana Îmraliyê temam bike. Her rojeke vê zindanê li gelê Kurd veguherî êşkenceyeke giran. 

Bi dehan şoreşger û welatparêzên hay ji vê êşkenceyê heyî, bi şiyara “Hûn nikarin Roja me tarî bikin” xwe şewitandin. Sîstema êşkence û tecrîdê ya li Îmraliyê li tevahiya zindanên dewleta Tirk belav bû. Şoreşger û welatparêzên dehê salan di zindanan de ne, tevî ku ew cezayê dagirkeriyê yê li zindanê qedandine jî nayên berdan. Navê wê jî weke “Şewitandina (Betalkirina) Înfazê” radigihînin. Helbet ev polîtîkayeke taybet a serîlêtewandinê ye li dijî van şoreşger û welatparêzan. 

Kesên ketibin zindanan bi şertûmercên wan baş dizanin, ka rojek tenê çiqasî giran e. Bi sedan girtiyên nexweş hene, şoreşger û welatparêz in. Serê çendekî nûçeya “filan kesî li zindana filan derê jiyana xwe ji dest da” di ajansan de tê weşandin. 

Faşîzmê dor li Kurdistanê û gelê Kurd girtiye. Li çiyayên Kurdistanê gerîlayên azadiyê şerê manûnemanê dikin. Ji 23’yê Nîsanê ve li dijî vê faşîzm û dagirkeriyê bi rê û rêbazên cuda berxwedaneke mezin dikin. Rayedarên PKK û KCK’ê dibêjin “cara pêşî ye, di dîroka têkoşîna azadiyê de şerekî welê tê kirin.” 

Helbet ev hemû, yekser bi tecrîdkirina Rêber Apo ve girêdayî ne. Ev çû salek e, ji bilî çend gotinan, ti agahî jê nayê girtin. Siyaseta Tirkiyê derheqê wî de diaxive, lê heqê axaftinê nadinê. Li dijî vê yekê li Kurdistanê û derveyî welêt bi Pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” têkoşîna Kurdan û dostên wan jî her diçe mezin dibe. Ber bi salvegera komployê ve, ji çar aliyên cîhanê kesayet û rêxistinên mezin daxwaza azadiya Rêber Apo kirin. Di çarçoveya vê bangê de ew kesayet û rêxistin 2’yê Cotmehê li bajarê Fransa Strasbourgê bûn.

Ji ber ku li vê derê Konseya Ewrûpayê û di bin banê wê de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) û CPT hene, ku yekser ji tecrîdkirina Rêber Apo berpirsiyar in. Li pêşiya van saziyan pêşî mitîngeke demokratîk hat lidarxistin.

Helbet pirraniya beşdarên vê mitîngê jî înternasyonalîst bûn. 

Dema vê çalakiyê dewam dikir, komeke din a pirraniya xwe înternasyonalîst li Meydana Arnold a Strasbourgê çalakiyeke îtîatnekirina sivîl da destpêkirin. Çalakgeran li ber dêrekê gelek kon vedan û navê Komuna Gundê Kon lê kirin. Bêyî ku destê xwe bidin rê û rêbazeke tundiyê, ev çalakî dan destpêkirin. Polêsên Strasbourgê bi awayekî tund êrişî çalakgeran kirin, konên wan xira kirin. 

Wan kesên li her du meydanan ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyeke demdirêj a di şertên zehmet de çima da pêşiya xwe? Ji ber çi xwestin bi van çalakiyan daxwaza azadiya Rêber Apo bibe rojev? Çima Fransa-Strasbourg? 

Helbet bersiva van pirsan di hevokên li jor de ye, lê divê mirov ji bo hin aliyên xwestin vê çalakiyê û armanca wê berevajî bikin û bi şerê taybet rabin, bersiva van pirsan bi bîr bixe. 

- Li Rêber Apo her roj bi tecrîdê êşkence tê kirin û bi tecrîdê re faşîzm û dagirkeriyeke giran li ser gelê Kurd heye. 

- Yekîtiya Ewrûpayê parçeyek ji Komploya Navneteweyî ye û îro vê tecrîdê û faşîzmê nabîne û Fransa jî yek ji damezrînerên vê yekîtiyê ye. Welhasil, çalakiya pêkhatî, çalakiyeke heq û rewa ye. Bi sedan kes li wan meydanên çalakiyê bin, bi dehhezaran kes jî li ser ekranên televîzyonan û medya dijîtal beşdarî van çalakiyan bûn.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.