Bazê Merdînê; Hamza Yavuz

În 17 Gulan 2024 - 18:30

  • Li Kurdistanê rakirina navên şehîdan rêûresmek e. Beşîr Aksoy di sala 1982’an de li çemê Hêzilê şehîd dikeve. Vasfî Kiliç dema ku tevlî tekoşînê dibe navê Beşîr Aksoy radika. Sal derbas dibin û Hamza Yavuz ji zindanê derdikeve. Di wê navberê de Vasfî Kiliç jî şehîd dikeve. Hamza Yavuz jî navê Vasfî Kiliç radike.

ROJÎNA GULÊ
Helbestvanekî şoreşger li çiyayên Kurdistanê bi nexweşiya pençeşêrê dikeve. Dixwaze li qada şer bimîne. Hevalên wî dibêjin, “Em nikarin te biavêjin nava tofanê” û wî radikin nexweşxaneyê Zapê. Dema ku xatir ji wî dixwazin, helbestvan bang dike: “Min li vir nehêlin hevalno. Dilê min li mewziyê rexin. Hêrsa min ê sedsalî ye, wê we biparêze”.
Belê, ev çîroka helbestvanê şoreşger Hamza Yavuz e.
Hamza Yavuz di sala 1963an de li gundê Dêrikfan a Kercewsê ji dayik bûye. Dema ku zarok bûye malbata xwe li Midyadê bi cih dibe.

Bi gotina xwe di nav:
“Îlahiyên xemgîn ku li dêrên Suryaniyan bilind dibin”
“Misilmanên ku li ser Încîlê sond dixwin”,
“Dengên ezanê ku mirovan dikişîne xwe” û
“Peyvên ku wek penageh dihatin hesibandin” de mezin bûye.

Ramana rizgariya netewî û zindan
Hamza Yavuz dema ku diçe lîseyê fikra rizgariya neteweyî nas dike. Di pola duyemîn a lîseyê de ji ber êrîşên rejîmê dest ji dibistanê berdide. Ji ber têkiliya xwe ya bi PKKê re beriya 12’ê Îlonê û piştî 12’ê Îlonê çar caran hatiye binçavkirin û rastî îşkenceyên giran hatiye. Herî dawî di sala 1981’ê de tê dîl girtin û heta sala 1989’an di girtîgehê de dimîne.
Di sala 1989an de li zîndanê derdikeve û berê xwe dide çiyayan. Heta sala 1999’an tevlî berxwadana gerîla dibe. Li Kurdistanê rakirina navên şehîdan rêûresmek e. Beşîr Aksoy di sala 1982’an de li çemê Hêzilê şehîd dikeve. Vasfî Kiliç dema ku tevlî tekoşînê dibe navê Beşîr Aksoy radika. Sal derbas dibin û Hamza Yavuz ji zindanê derdikeve. Di wê navberê de Vasfî Kiliç jî şehîd dikeve. Hamza Yavuz jî navê Vasfî Kiliç radike. Di nav tekoşînê de navê xwe yî kod dike Vasfî.

‘Ji serdema Medan maye’
Hamza Yavuz demekê li Şamê diçe Dibistana Navendî ya Partiyê. Li wir Rêber Apo nas dike. Rêber Apo li ser Hamza Yavuz vê nirxandin dike: “Hamza kurdekî ji serdema Medan de maye.” Hamza Yavuz di sala 1999’an de bi nexweşiya pençeşêrê dikeve. Li nexweşxaneya gerîla ya Zapê û li Mûsilê du caran emeliyat dibe. Paşê diçe Almanyayê. Lê, dermankirinê encam nedaye. Bi gotina wî, “Dem xwe girê dide.” Hamza Yavuz di 20’ê Tebaxa 2000’an de li bajarê Saarbruckenê tevlî kerwana şehîdan dibe.
Çar caran rastî îşkenceyên pir giran hatiye. Bi salan di nav zîndanê û di qada şer de maye. Wî dabû pey lehengên zarokatiya xwe û ew çawa jiyabin

Hamza Yavuz jî weke wan jiya.
Azadiya gelê Kurdistanê xeyala wî ya herî mezin bûye. Wî bi beytên xwe hewl daye ku “serweriya tarîtiyê hilweşîne”. Kemîn, têl û mayînan ji holê rake. Zarokên serîhildanê jî li ser wî bandorek mezin kiriye. Zarokan wiha pênase kiriye: “Tu bi qasî mirovahiyê kal û pîr e.” Cenazeyê helbestvanê şoreşger Hamza Yavuz birin Kurdistanê. Niha “Nefesa Aryayê” axa Kurdistanê şîn dike.
‘Hozanê Dil’an Hamza Yavuz
Navê albûma duyemîn a hunermend Kawa Taya Dila ye. Di vê albûmê de stranek bi navê Hozanê Dil gotiye. Ev stran li ser şehîd Hamza Yavuz (Vasfî) hatiye nivîsandin.
Kawa rojekê diçe mala şanoger Remo Can. Li cem Remo pirtûka Hamza Yavuz dibîne û dixwîne. Piştre strana Hozanê Dil dinivîsîne û di meqama hicazê de distirê. Ji bo stranê klîbek hatibû kişandin ku ev zêdetir ji 20 salan timî di televîzyonên kurdî de tê weşandin. 
Bi minasebeta vê gotarê em sê şoreşgerên li bajarê qedîm Midyadê derketine Beşîr Aksoy, Vasfî Kiliç û Hamza Yavuz bi rêzdarî bi bîr tînin.

Çavkanî
– Hamza Yavuz: Sevgi, Bilgi ve Sanatın Ozanıyım, Weşanên Mezopotamya, 2002/Neuss
–Hamza Yavuz: Dağların Türküsü, Weşanên Mezopotamya, 2003/Neuss
– Albûma Kawa a bi navê Taya Dila

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.