Bazara bi Sûrî re li dijî Rojava ye

Duşem 12 Îlon 2022 - 21:27

  • HDP: Bi tecrîdê dixwazin ku doza Kurdan ji çareserî û îradeya demokratîkkirina Tirkiyeyê were dûrxistin. Bi bidawîkirina tecrîdê re wê careke din rola giring a Abdullah Ocalan a ji bo avakirina aştiyê û demokratîkkirina Tirkiyeyê derkeve holê.

HDP’ê diyar kir ku haveynê tifaqa AKP û MHP’ê dijminatiya li dijî Kurdan e û got, “Bi bidawîkirina tecrîdê re wê careke din rola giring a Abdullah Ocalan a ji bo avakirina aştiyê û demokratîkkirina Tirkiyeyê derkeve hole.” 

Meclîsa Partiyê ya HDP’ê encamnameya civîna xwe ya di 10 û 11’ê Îlonê de eşkere kir û got, “Tifaqa AKP û MHP’ê di siyaseta derve de jî polîtîkayên xwe yên dijminatiya Kurdan dewam dike û dixwaze erdên xwe berfireh bike. Vê tifaqa şer siyaseta xwe ya Rojhilata Navîn li ser vê amade kiriye, ji bo dîzayna siyaseta hundirîn û hêza xwe kom bike, êrişên li ser Başûrê Kurdistanê didomîne. Dixwaze bi Sûriyeyê re hevdîtinê bike û bazarê dike da ku destketiyên Kurdan ji holê rake. Hedefa sereke ya desthilatdariya AKP û MHP’ê ew e ku nirxên demokratîk ên şoreşger ên gelên Kurd û Ereb ji holê rake. Hêzên leşkerî yên Tirkiyeyê divê ji devera ku dagir kirine, vekişin.

Haveynê desthilatdariya heyî dijminatiya li hemberî Kurdan e. Vê tifaqê li Îmraliyê li hemberî Rêzdar Abdullah Ocalan tecrîdeke mutleq daye destpêkirin û pergaleke êşkenceyê ya ku li dinyayê ti mînaka wê tine, ava dike. Bi tecrîdê dixwazin ku doza Kurdan ji çareserî û îradeya demokratîkkirina Tirkiyeyê were dûrxistin. Bi bidawîkirina tecrîdê re wê careke din rola giring a Abdullah Ocalan a ji bo avakirina aştiyê û demokratîkkirina Tirkiyeyê derkeve holê. Di demên dawîn de DMME´yê derbarê rêzdar Ocalan de biryara ‘heqê hêviyê’ daye û divê ev biryar li gorî prensîbên hiqûqî yên gerdûnî û peymannameyên navneteweyî were pêkanîn.”

Li Kobanê li dijî tecrîdê meş

Doh li Kobanê jî li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan a girankirî, meşeke girseyî hate lidarxistin.

Li bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê li dijî tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan, meşê bi dirûşmeya “Li dijî tecrîd, xiyanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” dest pê kir. Xelk heta bi navçeya Qeneye ya Kobanê meşiya.

Di meşê de al û wêneyên Rêberê Abdullah Ocalan hatin hildan.

Meş li kolana sereke ya navçeyê veguherî mîtingê û li wir endamê rêveberiya Komîteya Parastinê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Rojavayê Kobanê Hîlal Elî axivî û tecrîdkirina Rêberê Abdullah Ocalan şermezar kir.

Hîlal destnîşan kir ku desthilatdariya Tirk di meseleya dûrxistina gel ji Rêber Abdullah Ocalan de, bi ser neketiye û xelk li pey fikr û felsefeya wî dimeşe.

Mîtîng, bi dirûşmeyên "Bijî Rêber Apo” û “Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.  

ENQERE/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.