Bavê min rêhevalên min bû

Çarşem 22 Çile 2025 - 03:18

Keça Bavê Teyar Leyla Cuma Îbrahîm bi nasnav Amara ji Girtîgeha Jinan a Erzînganê bi rêya parêzerên xwe peyamek şand. Leyla Cûma Îbrahîm di peyama xwe de wiha got:“Di serî de serê Serokatî û serê gelê Kurdistanê yê bi rûmet sax be. Ew ji bo Kurdistan û hemû gelên bindest her dem xwedî nirxek têkoşer bû. Têkoşîna ku wî heta niha dida, me dît ku gelê Kurdistanê îro xwedî li wê têkoşînê derdikeve û bersiva xwe bi têkoşînê dide. Berî ku şehîd bibe, di gotinên xwe yê dawiyê de wiha got ‘Em dev ji têkoşînê bernadin, em natirsin û em li vir in’. Îro gelên welatparêz ku rabûne ser lingan xwedî li wî û hevrê yên wî derdikevin. Ew meşaleya têkoşînê berî niha bi salan hat vêxistin û em ê jî heta dawiyê bibin şopdarê vê meşale yê. Bavê min ê ku PKK'ê û Serokatî bi min da naskirin û hezkirin her dem bû rêhevalê min. Ew bû vesîleya ku ez îro wî hîn zêdetir hîs bikim. Em wek girtîyên jin ên Girtigeha Erzînganê, ji malbata wî û ji malbata hevalên li cem wî şehîd ketine sersaxî dixwazin. Ji 7'an heta 70'ê serê gelê Kurd ê bi rûmet sax be. Em berxwedana gelê Rojava silav dikin û ji wan re jî sersaxi dixwazin. Em jî dev ji têkoşînê bernadin, natirsin û em li vir in. Şehîd namirin...

Girtîyên PKK û PAJK'ê yên Girtîgeha Erzîngan ê

Silav û rêzên şoreşgerî.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.