Bangek ji bo têkoşînê ye
Duşem 14 Nîsan 2025 - 03:40
Pêvajoya nû ku par meha Cotmehê bi banga Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî destpê kir bi nîqaşan dewam dike. Heyeta Îmraliyê herî dawî bi Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin kir. Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan li ser hevdîtinê bersiv da pirsên ANF'ê. Bûldan derbarê hevdîtina bi Erdogan re wiha got:’’Birêz Serokkomar cara yekemîn bû ku Heyeta Îmraliyê qebûl kir. Demeke dirêj me hevdîtin dikirin. Bi partiyên siyasî re me hevdîtin kir. Birêz Serokkomar ku kesayetekî divê di navenda vî karî de be, di vê mijarê de gelekî dûr sekinî. Di vê mijarê de tiştek negotibû. Lewma bendewariya her kesî hebû. Vê hevdîtinê jî rewş rawe kir. Ji ber ku Heyeta Îmraliyê qebûl kir û di vê mijarê de me nêrînên xwe bi hev re parve kir. Wî bi xwe hem li nêrînên me guhdarî kir hem jî di asteke ku pêşniyarên me li ber çavan digire xwedî li pêvajoyê derket. Di vê mijarê de bi wan re jî biryardariyek heye.’’
Erdogan tevlî pêvajoyê bû
Pervîn Buldan derbarê dûrmayîna Erdogan a pêvajoyê jî wiha nrixand:’’Me sedema vê dûrmayinê nepirsî. Wî jî tiştek negot. Li gorî texmîna me, wî xwest rêveçûna pêvajoyê bibîne. Ji ber bûyerên piştî pêvajoya 2015'an qewimîn, fikarek hebû. Ji bo heman tişt neqewime, dema ku dît pêvajo dikare bi pêş ve biçe, ket navenda pêvajoyê. Em li ser vê neaxivîn, lê belê texmîna me bi vî rengî ye. Teqwîmek li ber destê me nîne, lê belê ya ku divê bê kirin em timî tînin ziman. Desthilatdarî jî bi vê zane. Di hevdîtinên bi Birêz Ocalan re not têne girtin, rapor têne amadekirin. Rayedarên dewletê beşdarî vê hevdîtinê dibe. Bi ihtimaleke mezin ev hevdîtin ji serokkomar, ji desthilatdariyê re tê ragihandin. Ne ew mesele ne ku nayên zanîn an jî cara yekemîn e tê dîtin. Gelek pirsgirêk hene, gelek qadên bi pirsgirêk hene. Li şûna ku yek bi yek qala van bikin, me got, divê zemînên qanûnî bêne afirandin.’’
Divê pêşî li sabotekirinê bê girtin
Pervîn Buldan derbarê xeteriyên sabotekirina pêvajoyê jî ev tişt gotin:’’Em li erdnîgariyeke welê ne ku xeterî lê zêde ne. Di sala 2015'an de jî em alîgirê vê mijarê bûn. Vê carê jî ji bo heman aqûbet rû nede, ji bo pêvajo têk neçe, divê ev yek bê kirin. Lewma divê tiştên bibin sedema qezayê ji holê bê rakirin.
Kiryarên qeyûm, girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Îmamoglû, êrîşên li ser alîgirên demokrasiyê, binçavkirin û girtin. Gavên demokratîk divê teqez bêne avêtin. Bêguman di vê mijarê de ne tenê Wezîrê Edaletê her wiha berpirsyariyeke mezin dikeve ser milê hemû derdorên di nava pêvajoyê û serokên giştî yên partiyên muxalefetê. Berpirsyarî li ser milê parlamentê ye. Divê parlament tavilê bikeve dewrê. Serokên giştî yên partiyên siyasî di vê mijarê de divê hîn bêhtir biaxivin. Gelek pirsgirêk hene. Girtîgeh, kiryarên qeyûm, girtiyên nexweş; em qala gelek pirsgirêkan dikin. Ev mesele ne ew pirsgirêk e ku tenê DEM Partiyê yan jî Kurdan eleqedar dike. Meseleya 85 milyon mirovên li Tirkiyeyê ye. Meseleya hemû partiyên siyasî ye. Ji ber vê yekê divê her kes di vê mijarê de hewl bide û nêzîkatiyeke welê nîşan bide ku tevkariyê li gavên bêne avêtin bikin. Mînak, eger hevdîtina bi Wezîrê Edaletê re bi lez bê kirin dibe ku em ê bişêwirin û li ser gavên bêne avêtin biaxivin. Piştre jî em ê bi partiyên siyasî û derdorên cuda re jî hevdîtinan bikin. Çûyîna Îmraliyê ji xwe divê bibe, divê hevdîtinek bi Birêz Ocalan re bê kirin.
Divê gav bi lez bên avêtin
Bi dîtina min eger heta meha Hezîranê gav bi lez bêne avêtin, wê pêvajo temam bibe. Eger qanûn bêne derxistin, PKK biryara fesihkirinê bide, şert û mercên vê yekê guncaw bibin, kongre bê komkirin û biryar were wergirtin, di heman demê de desthilatdarî jî ya ku divê bike pêk bîne, qanûn bi lez bêne derxistin hingî di nava çend mehan de mirov dikare qala temambûna vî karî bike. Li aiyê me karekî bi vî rengî tê kirin. Li aliyê desthilatdariyê jî karek heye, lê belê em niha nikarin vê yekê eşkere bikin. Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji xwe bangek ji bo têkoşînê ye. Ji bo civakîkirina vê yekê, parçeyek ji têkoşînê ye. Ti tişt bi serê xwe bi cih nayê. Êrîşên li ser şaredariya Stenbolê nayên qebûlkirin. Çawa ku li Colemêrgê qeyûm hate tayînkirin em li ber rabûn, bi heman rengî em ji bo Stenbolê jî heman helwestê nîşan didin. Ya ku van hemûyan beralî bike demokratîkbûn e. Têkoşîna demokrasiyê ye. Wezîfeya me hemûyan e ku van hemûyan bi pêvajoya demokrasiyê bixin meriyetê.
ANF/ROMA