Ev yek ji bo Ewrûpayê derfetek e

În 9 Gulan 2025 - 03:45

  • Lorena Lopez de Lacalle, destnîşan kir ku ji bo jiyanîbûna banga Rêber APO divê Yekîtiya Ewrûpayê jî bikeve tevgerê û got:’’Ev jî tê wê wateyê ku YE’yê divê PKK’ê ji lîsteya terorê derbixe. Ji ber ku ji bo xebat û sekna ji bo aştiyê, îradeyeke eşkere heye.’’

EREM KANSOY / LONDON

Seroka Tifaqa Azad a Ewrûpayê (European Free Allience / EFA) Lorena Lopez de Lacalle, diyar kir ku banga Rêber APO gelekî erênî ye û got:’’Ji ber ku çekberdana PKK’ê, ji bo çareseriyê û aştiyê daxuyaniyeke gelekî zelal e. Herwiha di vê demê de bangeke wiha gelekî erênî ye. Mirov dikare YE’yê ji ber bêhelwestiya wê sûcdar bike. Komîsere nû Kaja Kallas re, YE’yê berovajî, niha xwe li ser esasî ewlekariyê û biçekkirinê ava dike. Vê yekê jî di çarçoveya şerê li Ukrayna û Filîstînê pêk tînin. Lê banga Ocalan a aştiyê û civaka demokratîk jî berovajî vê yekê ye. Divê em ji bo aştiyê kar bikin. Ji bo herkesê cîhaneke hîn baştir û civakên hîn baştir ava bikin. Tişta Ocalan kiriye, îradeya xwe ya di vê mijarê de gelekî eşkere daniye holê. Vê gavê bêguman tişta bê kirin, divê hem Tirkiye şertên demokratîk ava bike hem jî YE ji bo Tirkiye demokrasiya xwe pêş bixe, divê piştgiriyê bide.’’

Divê Ewrûpa li ser aştiyê raweste

Lorena Lopez diyar kir ku bi vê bangê ji bo li Tirkiyê jiyaneke bi hevre û aştiyane bê ava kirin, derfeteke bêhempa derketiye holê û got:’’Di heman demê de ji bo Ewrûpayê jî derfetek e. Ji ber ku divê Ewrûpa xwe bispêre nirxên xwe û tevbigere. Nirxên Ewrûpayê jî aştî û jiyana bi hev re ye. Ji ber wê jî divê Ewrûpa, piştgiriyê bide Erdogan. Ewrûpayê heta îro bi Erdogan re, di mijarên enerjî û koçberiyê gelek peyman îmze kirin. Lê divê em bizanibin ku aştî bingeha esasî ya demokrasiyê ye. Sedema koçberiyan şer in. Ger şer bidawî bibe, wê koçberî jî bidawî bibe. Pirsgirêkên me yên enerjiyê jî ji ber şer e. Ewrûpa divê li ser aştiyê raweste. Ger hem li gel Ocalan, hem li gel partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê û hem jî li gel Erdogan îradeyeke pêşçav hebe, divê Ewrûpa û Kaja Kallas jî divê li wir be. Lê belê mixabin vê gavê rewşeke ku hêviyan ji holê radike heye. Ji ber ku hem Komîsyona Ewrûpayê, hem jî dewletên endam, li ser şerên dinê mijûl in. Di rastiyê de pêdiviya me bi perspektîfeke cîhanî heye. Divê em ji bîr nekin, Tirkiye ji ber erdnîgariya xwe cihekî gelekî stratejîk e. Em dizanin ku Tirkiyeyê gelek caran gotiye ew dikarin di şerê Filîstînê de jî, navbeynkariyê bikin. Ji ber vê yekê hemû şerên heyî bi rengekî bi hev re girêdayî ne. Divê em xwedî perspektîfeke yekpare bin. Em niha di sedsala 21’an de ne. Divê em jiyaneke bi hev re ya di nav aştiyê de ava bikin. 

Divê em li ser demokrasiyê bixebitin

Lorena Lopez di dewama axaftina xwe de da zanîn ku Ocalan salên dirêj in, ji bo konfederalîzma demokratîk dixebite û got:’’Ocalan bi rastî jî ji bo parastina mafên jinan jî di refên herî pêş de ye. Ev li Ewrûpayê jî tiştekî ku hîn bi başî nehatiye famkirin û pêkanîn. Carna heta gelek caran divê em ji we dersan werbigrin, ne ku hûn ji me. Divê em li ser vê yekê kûr bibin. Weke Ocalan dibêje, divê em destpêkê li ser demokrasiyê bixebitin. Piştre jî wê hertişt li ser wê ava bibe. Li Spanyayê me weke Baskê ev yek kir. Vê gavê em hikûmeta Sanchez piştgirî dikin. Ew bi xwe jî sosyalîst e. Ji ber em dixwazin Spanya zêdetir demokratîk bibe. Divê Spanya cihêrengiyên me nas bike, me Baskan, Katalanan û gelên dinê nas bike. Bi heman rengî divê Tirkiye jî bibe welatekî demokratîk. Divê Tirkiye veguhere binesaziyeke ku hemû gelan nas dike. Ev gel - weke di mînaka Ocalan de tê dîtin, PKK û partiyên din ên li Tirkiyeyê- ji bo jiyaneke bi hev re dixwazin bixebitin. Jiyana bi hev re berê jî hebû. Niha ji bo aştiyê li ser giştî axa me vegere, divê em rêya vê yekê vebikin.’’

Divê YE PKK’ê ji lîsteyê derbixe

Lorena Lopez destnîşan kir ku divê ev pêvajo bi îstîkrar bibe û got:’’Ev jî tê wê wateyê ku divê Ewrûpa, YE, PKK’ê ji lîsteya terorê derbixe. Ji ber ku ji bo xebata aştiyê îradeyeke eşkere heye. Ya duyemîn jî, ger ji bo çekberdanê îradeyeke hebe, divê YE ji bo partiyên siyasî yên li meclîsa Tirkiyeyê alîkar be. Ev jî tê wê wateyê ku ji bo bêçekbûnê mevzuatek were amade kirin. Bi vî rengî ji bo her gaveke bê avêtin, wê çarçoveyeke qanûnî çêbibe û pêşketin wê mayînde bibe. Berovajî wê bi tenê dikarin di mijara demokrasiyê û diyalogê de gotinên baş bikin, lê weke sala 2015’an pêvajo wê di carekê de bê rawestandin. Êdî mesele wê pêvajo çiqas bibe nîne, wê encam were bidestxistin yan na, ye. Encamên heyî xistina bi ewlehiyê girîng e û divê hem ji bo Ocalan, hem partiya siyasî, di heman demê de ji bo ekîba Erdogan, bikaribin ji bo aştiyê bixebitin, piştgirî dayîn lazim e. Wêrekiya Ocalan bi rengekî eşkere li holê ye. Wêrekiya DEM Partî jî li holê ye. Ji ber hîn jî gelek mirovên ji DEM Partiyê hîn jî di girtîgehê de ne. Êdî em ji Erdogan jî, ji aliyê pratîkî, ji bo aştî pêşve biçe, şertên demokratîk pêk bên, li benda wêrekiyeke zelal in. 

Divê Ocalan yekser xitabî gelê xwe bike

Lorena Lopez di dawiyê de îşaret bi wê yekê kir ku Rêber APO bi tenê ji bo Tirkiyeyê na, ji bo gelê Kurd jî garantiyeke ewlehiyê ye û divê êdî azad bibe û got:’’Bi tenê ji Îmraliyê bi rêya hin mirovan peyama xwe bişîne, çênabe. Divê Ocalan yekser xitabî gelê xwe bike. Ev jî wê hem ji bo Tirkiyeyê, hem jî ji bo Erdogan, gelekî bi feyde be. Bi vî rengî herkes yekser dikare tevlî pêvajoya aştiyê bibe. Lê ji bo ev yek pêk bê, divê Erdogan jî bi rastî nîşan bide ku, ew jî bawer dike li Tirkiyeyê aştî mumkun e, ev aştî jî wê bi Ocalan pêk bê.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.