Hevdîtinên çareseriyê yên pirsgirêka kurd
Şemî 10 Gulan 2025 - 03:20
Pêvajoyên ku ji bo çareseriya meseleya Kurd pêş ketin, ji ber ji aliyê desthilatdaran ve gav nehat avêtin an jî ji ber armancên wan ên "tasfiyekirinê" pêk nehatin.
Piştî ku berxwedana Şêx Seîd, Agirî, Zîlan û Dêrsimê bi xwînxwarî hat tepisandin, di sala 1973'yan de bingeha rêxistinbûneke nû hat avêtin. Abdullah Ocalan bi civîneke ji 6 kesan a li Bendava Çubuk a Enqereyê di Newroza 73'yan de, bingeha PKK'ê avêt. Ocalan û hevalên wî, di 27'ê Mijdara 1978'an de, li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê PKK'ê ava kirin.
PKK’ê di 15’ê Tebaxa 1984’an de li navçeya Dihê ya Sêrtê û li navçeya Şemzînan a Colemêrgê çalakiya çekdarî ya yekem pêk anî. Ji aliyê rayedarên dewletê yên wê demê ve PKK wekî “komeke talanker" hat binavkirin. Ewilî ji bo emrê PKK'ê 6 saet muhlet hat dayîn. Dû re, ev dem bû 72 û paşê hefteyek. Lê PKK ya ku 6 saet ji bo umrê wê wext hatibû dayîn, zêdetirî 46 sal in hebûna xwe didomîne.
Agirbestên ku PKK’ê der barê çareseriya pirsgirêka Kurd de îlan kiribûn, yan ji aliyê desthilatan ve hatin berhewakirina yan jî ji ber provokasyonan bi ser neketin.
Pêvajoyên çareseriyê
AKP'ê, di sala 2005'an de bi awayekî qismî dest bi hevdîtinan kir bi PKK'ê re. Heyeta hikûmetê û Nûnertiya HDP'ê ya Îmraliyê di 28'ê Sibata 2015'an de li avahiya Serokwezîriyê ya li Qesra Dolmabahçe ya Stenbolê metna hevpar a bi navê "Lihevkirina Dolmabahçeyê" eşkere kirin. Di heyeta hikûmetê de Alîkarê Serokwezîr Yalçin Akdogan, Wezîrê Karên Hundir Efkan Ala, Alîkarê Serokê Koma AKP'ê Mahîr Unal û Musteşarê Asayîş û Ewlekariyê Muhammed Dervîşoglû cih girtin. Lê belê di 17'ê Tîrmeha 2015'an de Serokwezîr Erdogan ji rojnamevanan re axivî û got ku ew wê peymanê nas nakin.
Di vê pêvajoyê de hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de bi hezaran siyasetmedar hatin girtin. Her wiha qeyûm tayînî şaredariyan hatin kirin, goristan hatin xerakirin, bajar hatin kavilkirin, bi deh hezaran mirov neçar man koç bikin, rojname, ajans û komele hatin girtin.
Banga Aştî û Civaka Demokratîk
Germa geşedanên cîhanî û herêmî çareseriya pirsgirêka Kurd careke din anî rojevê. Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ku ji berê heta niha li dijî hemû pêvajoyan rawestiya bû, di 22'yê Cotmeha 2024'an de di vekirina Meclisê de bi destê endamên DEM Partiyê girt û di civîna komê ya ku yekser piştî wê de pêk anî de behsa "mafê hêviyê" yê Ocalan kir.
Piştî îfadeya Bahçelî destûr hat dayîn ku Abdullah Ocalan ê ku 41 meh bûn agahî jê nedihatin girtin, hevdîtin bi Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan, biraziyê Abdullah Ocalan, re bike. Piştre endamên DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin pêk anîn.
Endamê şandeyê jiyana xwe ji dest da
Di civîna sêyemîn a 27'ê Sibatê de Şandeya Îmraliyê hat berfirehkirin. Ocalan li vir bi şandeyê re daxuyanî da û "Banga Aştî û Civaka Demokratîk" kir. Piştî vê bangê yekser PKK'ê biryara agirbestê da. Tevî ku 2 meh di ser bangawaziyê re derbas bûne jî, ji aliyê dewlet/desthilatê ve tu gavên berbiçav nehatin avêtin. Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder di 3'yê Nîsanê de li nexweşxaneya ku 18 rojin bûn lê dihat dermankirin, jiyana xwe ji dest da.
MA/TOLGA GUNEY/ÎZMÎR