Dagirkeran 774 caran êriş kir

În 9 Gulan 2025 - 03:40

Artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer, helîkopter, çepên giran, top û obusan 774 caran bombe li qadên gerîla barand. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

Êrşên bi balafirên şer û helîkopteran

6, 7 û 8'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 caran, li Herêma Garê qadên Girê Kun, Kanî Sarkê û Girê Sîserê 5 caran bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

7'ê Gulanê li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qada Berxwedanê ya Girê Baharê 2 caran bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.

Êrişên bi çekên giran, top û obusan

5, 6 û 7'ê Gulanê li Herêma Xakurkê Qadên Berxwedanê yên Berê Zînê, Şehîd Şerîf, Sinînê 23 caran, li Herêma Garê qadên Yekmalê, Zêvkê, Mijê, Girgaşê, Girê Kun, Dêreşê, Deşta Kafya, Girê Sîser 124 caran, li Herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Dergelê, Şêlgazê, Bêşîlî 154 caran, li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê Qadên Berxwedanê yên Girê Amediyê, Girê Baharê 464 caran; bi giştî 765 caran bi çekên giran, top û obusan hatin bombekirin.

Destwerdana gerîla ya li êrîşan

6'ê Gulanê li Herêma Metînayê li Qada Berxwedanê ya Bazê bi sekvaniyê dest li dagirkeran hate werdan ku êriş dikirin.

6'ê Gulanê li Herêma Metînayê li Qada Berxwedanê ya Dergelê, li hemberî dagirkerên ku bi droneyên bombebarkirî êrişî tunelên me dikirin û banga teslîmiyetê dikirin, bi çekên nîv otomatîk destwerdan hate kirin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.