Aysha jina serhildêr a Efrînê ye

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 28 Mijdar 2022 - 04:02

RONÎ PENABER

 

Cengiz Akaygun, bi serpêhatiya keça Kurd a Efrînî a di kurtefilma Aysha de, bû namzetê Oscarê. Ew dibêje, “Heger di Oscarê de em bikevin nav sê filmên serketî û xelatê wergirin, ez ê bi destê Ayshayê bigirim û em ê bi hev re biçin merasîma xelatê. Ew keça serhildêr wê hîn bibe hêdîka derdê xwe bibêje, em jî, em ê hîn bibin guhdariya wê bikin.” 

Derhêner û çêkerê filman Cengiz Akaygun bi filma xwe ya dawî Aysha bû mêvanê 40 festîvalan û ji 7 festîvalan jî xelat wergirtin. Filma derhênerê ciwan herî dawî li Festîvala Filmên Kurdî a Hamburgê a 13´an de jî xelata kurtefilma serketî wergirt. Filma Aysha wekî din kete lîsteya dirêj a (Longlist) a ji bo Xelatên Akademiyê (Oscar) yên 95´an. Armanca Cengiz Akaygun ew e ku bikeve lîsteya kurt (Shortlist) û bikeve nava sê kurtefilmên xelatê wergirin. 

Di kurtefilmê de di nav a13 deqîqeyan de serpêhatiya Aysha tê gotin. Cengiz Akaygun dibêje, navê Aysha esas ew nave ku zêhniyeta bi gewdeyê DAIŞ´ê li keça Kurd kiriye. Herçî navê wê yê bi rastiye, li cem Cengiz Akaygun heye. 

Akaygun heta niha 4 kurtefilm çêkirine. Ji bo fikra filma Aysha ew dibêje, “Çîroka filmê li ser têkoşîna keçeke Kurd e ku li Efrîna di bin dagirkeriya qirker de dijî. Qewimînên li Rojava her wiha gelek tesîr li zarokan jî kiriye; min bi Aysha temsîla wan di filmê de nîşan daye. Ez fikirîm, gelo ez li Efrînê zarokek bûma, beramberî zêhniyeta DAIŞ´ê lazim bûya ez li ser xwe bimînin, ka çi wê ji destê min bihata. Bi van hizr û hestan min berê xwe da çêkirina filmê.”

 

Bi Ayshayê re wê biçe 

Li navenda çîroka filmê du zarok hene û her du jî di bin 12 salan de ne. Derhêner bi zarokên ji rêzê re kar kiriye. Cengiz Akaygun bextewer e ku Aysha ketiye nava bernamzetên xelatên Oscarê. Ew dibêje, “Min pirr hez dikir bi vê filmê celata Oscarê wergirim. Heger di Oscarê de em bikevin nav sê filmên serketî û xelatê wergirin, ez ê bi destê Ayshayê bigirim û em ê bi hev re biçin merasîma xelatê. Ew keça serhildêr wê hîn bibe hêdîka derdê xwe bibêje, em jî, em ê hîn bibin guhdariya wê bikin.” Lîsteya kurt a filmên namzetên Oscarê wê 21´ê Kanûnê bê eşkerekirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.