- Arya Rajendran ku bû şaredara bajarê Kerala yê ku nifûsa wî 750 hezar e, li cîhanê bû şaredara herî ciwan.
Ji bo şaredariya bajarê Kerala yê eyaleta Thiruvananthapuram a Hindistanê, meclisa şaredariyê, jina ciwan a bi navê Arya Rajendran hilbijart ku 21 salî ye û xwendekar e.
Arya Rajendran ku bû şaredara bajarê Kerala yê ku nifûsa wî 750 hezar e, li cîhanê bû şaredara herî ciwan.
Li Kerala rêjeya xwendinê bilind e û jiyana polîtîk jî lê çalak e. Kerala di heman demê de paytexta eyaleta Thiruvananthapuramê ye.
Bavê Arya Rajendranê karê elektrîkê dike, dayika wê jî li şîrketeke sîgortayê dixebite. Rajendran di heman demê de ji malbateke komunîst e.
Arya Rajendran dibêje: "Bavê min pê serbilind e ku ji çîna karker e. Ez ji bo wî tev li tevgera karker, tevgera gundiyan û mirovên ji rêzê bûm."
NAVENDA NÛÇEYAN