Armanca ‘’Tîrêjên Rojê’’ şikandina tecrîdê ye

Çarşem 11 Îlon 2024 - 02:55

Endama TJK-E’yê Done Guzel anî zimên ew kampanyaya ‘’Tîrêjên Rojê’’ bi felseya ‘Jin, jiyan, azadî’’ ku danêrê wê Rêber Ocalan e rê ve dibin, diyar kir armanca kampanyayê şikandina tecrîda li Îmraliyê ye û bi vê çarçoweyê çalakiyên wan bi rengên cuda li gelek welatên Ewropayê wê bidomin.

 diyar kir ku armanca kampanyaya “Tîrejên Rojê” ku starta wê li Ewropayê hate dayin, azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Guzel, got ku dê di tevahiya salê de bi meş, mitîng û hevdîtinên bi gel re li qadan bin.  

Kampanyaya ‘’Tîrêjên Rojê’’ 1’ê Îlonê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li Ewropayê dest pê kir. Kampanya bi rengê civînên gel, panel, seminer, konferans, pêşengeh û nîşandana fîlman li gelek welatên Ewropayê wê bidome.

Endama TJK-E’yê Doze Guzel ku têkilî kampanyaya ‘’Tîrêjên Rojê’’, ku ji alî TJK-E’yê ve hatî destpêkirin axivî, destnîşan kir bi çarçoweya kampanyayê gelek çalakiyan bi hevkariya tevgerên jinan li dar bixin û got: “Gelek jinên akademîsyen, aktîvîst û tevgerên jinan dê tev li bibin. Armanca me ya esasî, azadiya fîzîkî ya Rêbertiyê ye.” 

Di salvegera komployê de çalakî 

Guzel, destnîşan kir ku dê di 1’ê cotmehê de li gelek navendan daxuyaniyê bidin û wiha pê de çû: “Di salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de em ê gelek çalakî û xwepêşandanan li dar bixin. Em  tevgera jinan em ê di 12’ê cotmehê de meş û mitîngan li dar bixin û standa agahdarkirinê danîn. Her wiha li gel pêşangeha resman, em ê fîlm û belgefîlmên jiyana Rêbertiyê vedibêjin jî pêşkeş bikin.” 

Polîtîkayên qirkirinê berbelav bûne

Guzel diyar kir ku ew kampanyaya xwe bi felseya ‘Jin, jiyan, azadî’’ ku danêrê wê Rêber Ocalan e rê ve dibin û got,’’Armanca wê ya herî girîng jî şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan e. Polîtîkayên qirkirinê yên li Îmraliyê hatine destpêkirin ne tenê li Kurdistanê, belavî Rojhilata Navîn bûne. Em di wê baweriyê de ne ku heke em bikarin pêşî li vê qirkirin û tecrîdê bigirin, wê aştî bê Rojhilata Navîn.” 

Bi paradîgmayê re tecrîd teşhîr dibe

Guzel, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê mal bi mal, kolan bi kolan paradîgmaya Rêbertiya xwe ji bo gelan vebêjin. Her ku paradîgmaya Rêbertiyê belav dibe, tecrîd û polîtîkayên şer bêhtir teşhîr dibin. Yek ji armancên esasî ya kampanyayê jî vegotina paradîgmayê ya ji bo gelan e.

Girêdayî şer tecrîd giran dibe

Guzel anî zimên girêdayî şerê li Rojhilata Navîn  polîtîkayên tecrîdê tên girankirin û wiha pê de çû:’’Ji ber ku paradîgmaya Abdullah Ocalan hemû derdoran di nava xwe de dihewîne û pêkvejiyanekê pêşkeşî gelan dike. Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka vê ye. Weke tevgera jinan em ê ji bo ev felsefeye aj bide û li gel rêxistinên jinan bêhtir bi hev re tevbigerin, em ê bêhtir bên gel hev û li dijî tecrîdê têbikoşin.”  

Paradîgma berbelav dibe

Guzel, bi lêv kir ku di çalakiyan de paradîgmaya Abdullah Ocalan bala jinan pir dikişîne û axaftina xwe wiha qedand: “Gelek jin dibêjin ku heman pirsgirêkan dijîn û dixwazin vê paradîgmayê bixin meriyetê. Paradîgmaya Rêbertiyê her ku diçe li cîhanê belav dibe.’’

MA/ESRA SOLÎN DAL/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.