Armanc tinekirina Kurdan e

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 26 Hezîran 2024 - 00:49

MAHMÛT ALTINTAŞ / MA / AMED

Nivîskar Dr. Dilawer Zeraq û derhêner Metîn Ewr, kirin û talanên qeyûman ku ji her du serdemên beriya niha ve di warê çand, hûner û zimanê kurdî de pêk anîbûn bi bîr xistin û gotin ku li dijî tayînkirina qeyûm hemû hûnermend û rewşenbîr bi bertekeke xurt rabin ser pêyan. Derhenêr Metîn Ewr anî ziman ku piştî şaredariyên Kurdistanê ji aliyê kurdan ve hatin rêvebirin di warê ziman, çand û hunerê de xebatên girîng hatin kirin û got ku dewletê nekarî tehamulî vê rewşê bike. Ewr kirinên ku salên berê ji aliyê qeyûman ve pêk hatibûn jî nirxand û got:“Dewlet ji ber ku Kurdistanê metingeh dibîne dixwaze her tiştê kurdan ji holê rake. Ji bo vê jî piştî tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên Kurdistanê yekemîn êrişî destkeftiyên Kurdan dike. Bi polîtîkayên asîmîlasyon û qedexekirinê saziyên di nava şaredariyê de di warê ziman, çand û hunerê de dixebitîn hatin girtin. Navên kuçe û kolanên kurdî wergerandin tirkî. Navên parkan hatin guhertin. Lîstikên şanoyê hatin qedexekirin. Gelek xebatên me hatin astengkirin. Filmên me asteng kirin. Heke fimek hatibû kişandin jî ji bo pêşandana wê salon nedidan me. Bi vî awayî xwestin Kurdan bê nefes bihêlin. Her wiha armanca wan guhertina nasnameya bajaran bû. Her bajarek xwedî çandek e. qeyûman bi zîhniyeta kolonyal xwest nasname û çanda bajaran biguherînin.” 

Divê nerazîbûn zêde bin 

Ewr destnîşan kir ku divê rewşenbîr, nivîskar û hunermend li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrg nerazîbûneke tund nîşan bidin û got:“Dewlet naxwaze kurd li Kurdistanê bibin xwedî îrade. Dewlet bi feraseta ku Kurdistan mêtinger e qanûnên xwe jî binpê dike. Divê tu kes polîtîkayên qeyûm qebûl neke û li dijî vê nerazîbûneke tund nîşan bide. Rewşenbîr, hunermend û nivîskar bi xwezaya xwe kesên xwedî helwestin. Ji ber vê yekê jî divê bertekên hem hunermend û rewşenbîrên Kurd û hem jî tirk ên li hemberî van pêkanîn û zextan bên zêdekirin. Erê dengek heye lê têr nake.  Divê nerazîbûn hê bên zêdekirin.” 

Hebûna Kurdan dikin armanc 

Nivîskar Dr. Dilawer Zeraq jî diyar kir ku bi polîtîkayên qeyûm îradeya kurdan tê paşguhkirin û got:“Li Kurdistanê gelê Kurd îradeya xwe bi dengê xwe dide partiya ku di hilbijartinên şaredariyan de weke nûnerê xwe dibîne. Bi rastî jî peyamekê dide dewletê. Dibêje ez dixwazim bi hebûn û nasnameya xwe, bixwe bi rê ve bibim. Berevajî vê, tayînkirina qeyûm peyameke ‘ez hebûna we nas nakim e’. Armanc ne tenê desteserkirina şaredariya ku partiyek bi dest xistiye, hebûna kurdan e. Heya ku pirsgirêka hebûna Kurdan li ser esasê wekhevî û demokrasiyê neyê çareserkirin wê ev pêkanîn bidomin."

Zeraq di dawiya axaftina xwe de bal bire ser kirinên qeyûman ên di warê ziman, çand û hunerê de pêk hatin û wiha axivî:’’Beriya qeyûm tayinî şeredariyan bê kirin di warê ziman, çand û hunera kurdî de pêşketinên mezin çêbûn. Gel jî rasterast beşdarî rêveberiyê dibû. Bi saya van geşedanan di warê wêje û hunerê de xebatên girîng derketin holê. Piştî tayînkirina qeyûman ev hemû destkeftî bi êrişan re rû bi rû man û ji holê hatin rakirin. Kiryarên qeyûm bandorê li ser hemû beşên civakê kir. Ji ber vê yekê jî her reaksiyon di heman demê de nerazîbûna li dijî tayînkirina qeyûman e."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.