Mihemed Dûman û Hafizê Kor bibîranîn

Nûçeyên Çand/Huner

În 9 Tebax 2024 - 00:16

Li Kobanê ji bo bîranîna dengbêj Mihemed Dûman û Hafizê Kor di salvegera wefata wan a 4ˊan de şevbihêrkeke hunerî hat lidarxistin. Di şevbihêrkê de bi dehan şêniyên kantona Firatê beşdar bûn. Çalakî li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê hat organîzekirin.

Mihemed Dûman di sala 1929`an ji dayik bûye, di 7`ê Tebaxa 2020`an de li Kobanê koça xwe ya dawî kiriye. Her wiha Hafizê Kor jî di sala 1940`î de ji dayik bûye, di 7`ê Tebaxa 2020`an de koça xwe ya dawî kiriye.

Di şevbihêrkê de, berdevkê Folklorê ya Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê Kamil Hesen axivî û got: "Erka me ye ku em dengbêjiya xwe biparêzin. Ji ber ku dengbêjiya me nehişt zimanê me yê kurdî winda be. Ji ber vê yekê em ê her tim şopa dengbêjan bin. Dengbêjî nasnameya gelan e."

Pitşre sînevîzyon li ser jiyana dengbêjên nemir Mihemed Dûman û Hafizê Kor hat nîşandan.

Şevbihêrk bi stranan bi dawî bû.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.