Nobeta dijî desteserkirinê kete roja 70’yî

Duşem 26 Tebax 2024 - 00:12

Nobeta dijî rejîma qeyûm ku ji alî Hêzên Ked û Aştî û Demokrasiyê ve hatibû destpêkirin di roja 70’yî de dom kir û bang hate kirin li her deverê gel dijî rejîma qeyûm rabe ser xwe.

Çalakiya nobedê ya ya dijî desteserkirina Şaredariya Colemergê ku ji alî Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ve li Beyoglu ya Stenbolê hatibû destpêikrin kete roja 70’yî.

Hevarokê DEM Partiyê yê Beyogluyê Arîf Yilmaz di çalakiyê de axivî û bi bîr xist ku şaredariyên ku bi qeyûman tên rêvebirin di bin deynan de ne. Yilmaz di axaftina xwe de êrîşên li ser ziman û çanda Kurdî bi bîr xist û got, “Em ê li her derê, li qadan berxwedana xwe bidomînin.”

Serokwekîlê CHP’ê yê Meclîsa Şaredariya Esenyûrtê Sadrettîn Yildirim jî anî ziman îradeya ku gelê Colemêrgê hilbijart tune hatiye hesibandin. Yildirim diyar kir di heman demê de îradeya meclîsa şaredariyê jî tune tê hesibandin û got, “Meclîsa şaredariyê jî ji aliyê gel ve hatibû hilbijartin, di nava wan de tenê kesek weke şaredar hate hilbijartin; lê destûr li vê yekê jî nedan.”

Yildirim destnîşan kir ku di rojeva Tirkiyeyê de her tim desthilatdariya qeyûmê heye û got: “Divê gelê me li her derê Tirkiyeyê li dijî van qeyûman rabin û dengê xwe bilind bikin.”

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.