Beser Şahîn û Kaseta Nûrheqê

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 17 Tebax 2024 - 00:31

  • Stranbêj Beser Şahîn ku zêdetir bi strana xwe ya “Rojbaş Gerîla” tê zanîn di sala 1992’an de kaseta xwe ya bi navê “Nûrheq-Hunerkom 49” derdixe. Beser Şahîn bi Kurmancî û Kirmanckî stranan dibêje û yek ji wan stranbêjên Kurd e ku xelk bi dengê wê moralê xwe zêde kiriye.

FÎRAZ BARAN

Stranbêj Beser Şahîn sala 1969’an li Zarayê ji dayik bûye. Dibe 12 salî û bi malbatî bar dikin û li Stenbolê bi cih dibin. Ew xwedî dengekê xurt bûye. 17 saliya xwe dest bi stranbêjiyê kiriye û bi birayê xwe yê muzîsyen Xalid Şahîn re stranan tomar dike. Sala 1989’an kasetek bi navê "Bêrîvan" derxistiye.

Ew di heman demê de bûye endamê Koma Serîhildanê. Di komê de hem govend gerandiye û hem jî stran gotiye. Ev kom sala 1991’ê di kongreya HEPê ya Stenbolê derketiye ser dike. Beser Şahîn bi tevî komê dîlanên kurdewarî pêşkêş kiriye û stranên Kurdî gotiye. Dîlanên komê û stranên Beser Şahînê moralek mezin daye beşdarên kongreyê.

Piştre Beser Şahin di damezrandina Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) û Koma Çiya de cih girtiye. Ew sala 1992’an neçar maye û çûye Elmanyayê. Li Elmanyayê beşdarî xebatên HUNERKOM’ê bûye û bûye endamê Koma Berxwedanê. Wê salê tevlî şahiyan bûye û dest bi amade kirina kasetekê nû kiriye. Amadekirin xelas dibin û kaset bi navê "Nûrheq / Hunerkom-49" derketiye.

Stranên kaseta Nûrheqê

Di vê kasêtê de 14 stran û yek helbest hene. Stran bi şêwezarên Kurmancî û Kirmanckî hatine gotin. Heft stran Beser Şahîn û pênc jî Hekîm Sefkan çêkirine. Helbesta bi navê "Were" jî ya Hekîm Sefkan e.

Stranên di kaseta “Nûrheq” de cih digirin ev in;

Newroz Qise û Mûzîk: Beser Şahîn

Wirzê Qise û Mûzîk: Beser Şahîn û Sevîm Şahîn

Dayê Qise: Xalid Şahîn Mûzîk: Beser Şahîn

Şimê Qise û Mûzîk: Beser Şahîn

Weşya Mina Qise û Mûzîk: Beser Şahîn

Elî Ihsan Qise û Mûzîk: Beser Şahîn

Bêrivana Min Qise û Mûzîk: Beser Şahîn

Nûrheq Gotin û Mûzîk: Hekîm Sefkan

Texto  Gotin û Mûzîk: Hêkîm Sefkan

Roj Baş Gotin û Mûzîk: Hêkîm Sefkan Serrastkirin: Şehîd Serhed

Licê Gotin: Hekîm Sefkan Mûzîk: Beser Şahîn

Keç û Xortên Kurdistanê Gotin û Mûzîk: Hekîm Sefkan

Were Helbest û Xwendin: Hekîm Sefkan

Xidirê mi Qise û Mûzîk: Gelîrî, Herma Dêrsim Berhevkirin: Beser Şahîn

Leylo Gotin û Mûzîk: Gelîrî, Herema Mêrdînê  Çavkanî: Husênê Tewfê

Morala ‘Rojbaş Gerîla’

Nivîskarek dikare bi dehan pirtûkan binivîse. Lê bi gelemperî ew bi pirtûkekê tê bîra mirovan. Bo nimûne, Tolstoy gelek pirtûk nivîsandine. Lê yekem berhema ku tê bîra mirovan “Anna Karenina” ango "Şer û Aştî" ye. Yaşar Kemal gelek roman nivîsandine. Lê pirtûka yekem ku tê bîra mirov "Memê Zirav" e. Ev ji bo stranbêjan jî wisa ye. Bo nimûne, dibe ku Beser Şahîn bi dehan stran gotiye. Lê dema ku behsa stranên Beser Şahîn tê kirin, yekser strana "Rojbaş Gerîla" tê bîra mirovan.

Ev stran bû strana serdemekê ango salên 1990’î... Dema ku têkoşîna gerîla bilind bûbû strana "Rojbaş Gerîla" ket rojeva muzîka kurdî. Di meş, grevên birçîbûnê an jî şahiyan de bû yek ji stranên ku herî zêde moral da gel. Peşkeşvan Kamer Soylemez bîranîneka xwe parve dike û dibêje: "Sala 1993’an Meşa Rewşenbîran pêk hat. Nêzîkî 150 kes beşdar bûn. Em ji Bonnê heta Brukselê bi rojan  meşiyan. Dawiya meha qanûnê bû. Yanê zivistan bû û dinya sar bû. Strana ku di wê meşê de herî zêde hat guhdar kirin û moral da me strana Rojbaş Gerîla bû. Kaseta Nurheqê nû derketîbû. Beser nû hatibû Elmanyayê û di nav xebatên HUNERKOMê de cih digirt."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.