Huner û çand dawiyê li dagirkeran tîne

Nûçeyên Çand/Huner

În 16 Tebax 2024 - 00:18

Her gel û civakek bi çand, huner û zimanê xwe tê naskirin ku bi wê yekê dikarin xwe li ser lingan bigirin. Yek ji gel û netewên herî kevnar û xwedî çand û hunerên dewlemend jî gelê Kurd û çanda Kurdewariye. Ji ber vê dewlemendî û dîroka xwe kevnar hertim bûye hedefa êriş û şerên taybet yên hêzên dagirker. Her wiha ji ber bandorbûna ji çandên biyanî ketiye bin metirsiyê de.

Di derbarê parastin û zindîkirina çand, huner, ziman û reseniya Kurdî de, hunermend û mûzîkjenên Silêmaniyê ji axivîn. Hunermendên Silêmaniyê qala giringiya çand û hunerê di têkoşîna doza gelê Kurd de kirin û wiha gotin: “Xwedîderketina li çand û hunera xwe, yekane rêya xilasbûna ji dagirkeran e. Ji ber ku yek ji sedemên ku hêlayî zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê zindî bimîne, lorik û dengbêjî bû.”

Vejandina çandê vegera reseniyê ye

Hunermend Mîr Ekber di destpêka axaftina xwe de qala giringiya çand û hunerê ji her gelî re kir û got: “Çand, huner û wêje pênaseya gelan e. Gelê Kurd jî xwedî vê pênase û taybetmendiyê ye. Lê ji ber pirsgirêkên ku rû bi rû bûne, ev taybetmendî ji bîr kirine. Yan nexwe Kurd xwedî çand, muzîk û hunera xwe ne û bandor li piraniya neteweyên derdorê kiriye. Ev vejandina çand û hunerê vegereke li rastî û reseniya me û zanîna dîroka me ye. Di dirêjiya dîrokê de, gelê Kurd îspat kirine ku li navxweyî û derve de, bi xwe xwedî çand û hunerek taybet e.”

Dengbêjî ziman zindî hişt

Mîr Ekber di dewama axaftina xwe de da zanîn ku li Bakur bi rêya hunerê zimanê Kurdî ji tinebûnê hate xilaskirin û got; “Di destpêka salên 1990’î de zimanê Kurdî ji aliyê Tirkan ve hat qedexekirin. Yek ji sedemên zindîkirina zimanê Kurdî li Bakurê Kurdistanê lorik û dengbêjî bû. Ji ber wê her tim di rizgarkirina netewa Kurd de, qasî deyndarê wêje, helbest, huner û mûzîkê, deyndarê tiştek din nebûye. Ji bo wê xwedîderketin û vegera li çand, wêje û aliyên xwe yên çandî, wek gel vegera li îradeya xwe û bidestxistina xeyalên xwe ye.”

Huner nasnameya neteweyan e

Hunermend Jenyar Aram jî derbarê heman mijarê de axivî û got: “Çand bi hebûna me ve girêdayiye. Dema ku mirov xwe nas bikin û hebûna xwe hîs bikin, divê rêz li wêje, dîrok-nasname, ziman û hunera xwe bigirin. Huner beşek ji nasnameya netewane. Huner temamkerê wêje û çandêye ku dikare wek nimûneyên herî baş giringiya netewekê ragihîne. Hunera muzîkê hem di warê dengbêjiyê de ku aliyekî derûniye, hem jî di warê wêje û gotinan de, beşke qewî ye.”

Dagirkerî rengê xwe guhertiye

Jenyar Aram diyar kir ku berê de dagirkerî bi vekirî û eşkere dihate kirin, lê niha dagirkerî bi formek cuda tê kirin û wiha pê de çû: “Ji berê cudatir, niha dagirkeriya fikrî û rewşenbîrî tê kirin ku ji dagirkirina xakê gelekî xeternaktire. Ji bo ku em dîrok, têgîn û çanda xwe bi xwe nas bikin, divê em wan ji gelek aliyan ve bixwînin û li çavkaniyên ku bi doza Kurdî ve mijûl dibin bigerin. Ger netewek dîrok û çanda xwe nas bike, ti kes nikare bi hêsanî çand û nasnameya wî talan û tine bike. Ji ber vê yekê divê em her kesî bi çand û nasnameya gelê xwe re eleqedar bikin û bikarin bigihînin nifşên xwe yên siberojê.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.