Qeyûm parçeyek ji şerê taybet e

Duşem 19 Tebax 2024 - 00:33

ROZA METÎNA / AMED

Hevseroka DBP'ê Sultan Yaray têkildarî polîtîkayên qeyûman diyar kir ku polîtîkayên qeyûman jî parçeyekî ji şerê taybet e û got:"Loma li dijî vê yeke pêdiviya me ji yekîtiyê heye. Divê em wekî kurd hezkirina di nava xwe de xurt bikin. Divê em xwedî li hev derkevin û piştgiriya hev bikin. Ger em wiha bikin wê ev sîstem bi ser nekeve. Wê polîtîkayên şerê taybet negihêje armanca xwe."

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê Sultan Yaray rejîma qeyûm weke parçeyek ji şerê taybet destnîşan kir, dijminatiya qeyûm a li çand û zimanê Kurdî, ya li pergala hevseroktiyê bi bîr xist û got ew ê rejîma qeyûm ti caran qebûl nekin.

Sultan Yaray diyar kir desthilata heyî ji bo şaredariyan bi dest bixe li pey lîstikan û got,’’Ji bo xebatan diherin bajarê Rihayê li wir gel dibêje em ê li îradeya xwe xwedî derkeve û em qeyûman tu carî qebûl nakin. Gel bi vê helwestê nîşan dide ku qeyûman qebûl nake.Gelê Kurd bi êrişên zêde dibin hîn bêtir têkoşîna xwe mezin dike û şaredariyan jî wekî cihê lixwe xwedîderketinê dibîne." 

Pergala hevserokatiyê xurt dike

Sultan Yaray bal kişand ser girîngiya pergala hevserokatiyê û hedefgirtina vê pergalê ya ji aliyê qeyûman ve. Sultan Yaray got:"ÎPergala hevserokatiyê ji bo me xaleke jêneger e. Em bi taybet wexta bala xwe didên em dibînin ku em di ku derê de serkeftî bin sîstem êrişî wê derê dike. Dibînin pergala hevserokatiyê çawa saziyan, partiyan, şaredariyan xurt dike û ji bo civakê dibe mînakek baş loma jî dibe hedef. Her tiştên ku kurd tê de mafdar bin, serkeftî bin dibe hedefa êrişan." 

Qeyûm berdewama polîtîkaya tinekirinê ye

Sultan Yaray di heman demê de polîtîkayên asîmîlasyonê yên qeyûman destnîşan kir û got,’’ Desthilata heyî li her qadê bêtehemuliya xwe li dijî ziman, çand û hunera Kurdî nîşan dide. Dema qeyûm tên tayinkirin saziyên jinan jî digirin. Armanca qeyûman yek jê ew e ku tu xizmet ji bo Gelê Kurd neyê kirin. Dixwazin bi rêya qeyûman bajarê me bikin binê destên xwe û li bajarên me sîstema xwe bi rê ve bibin. Qeyûman tabelayên ziman û peykerên kesên ku ji ziman û wêjeya Kurdî re xizmet kirine jî rakirin. Qeyûm berdewamiya polîtîkayên tunekirin û tunehesibandina Gelê Kurd e. 

Qeyûman cihê şaredariyan firotin

Sultan Yaray bal kişand ser nelirêtiyên ji aliyê qeyûman ve tên kirin û wiha lê zêde kir:"Qeyûm di serdemên ku li şaredariyên li bajarên kurdan hatin tayinkirin gelek nelirêtî kirin.Hema bêje şaredarî vala kirin. Qeyûm şaredariyan ji xwe re û ji yên li derdora xwe re dikin cihê rantê. Qeyûm û alîgirên qeyûman cihê şaredariyan buhust bi buhust firotin. 

Pêdiviya me bi yekîtiyê heye

Sultan Yaray da zanîn polîtîkayên qeyûman parçeyekî şerê taybet e û wiha pê de çû:"Loma li dijî vê yeke pêdiviya me ji yekîtiyê heye. Divê em Kurd hezkirina di nava xwe de xurt bikin. Divê em xwedî li hev derkevin û piştgiriya hev bikin. Ger em wiha bikin wê ev sîstem bi ser nekeve. Wê polîtîkayên şerê taybet negihêje armanca xwe.’’

Heke tecrîd rabe wê qeyûm nemîne

Sultan Yaray bi lêv kir polîtîkayên qeyûman ji tecrîda giran a li ser Rêber Ocalan ne qut e û wiha bi dawî kir:”Di heman demê de ev polîtîkayên qeyûman perçeyekî tecrîda giran a li ser Birêz Abdullah Ocalan e. Polîtîkayên wan ên li ser jinan û qeyûman ji tecrîdê ne cuda ye. Heger ev tecrîd raba wê qeyûm jî tayin nekirina, wê xwezaya Kurdistanê jî talan nekirina. Van polîtîkayana hemû bi tecrîdê re girêdayîne. Ji bo tecrîd rabe û em mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin em ê têkoşîna xwe ya li dijî tecrîdê dewam bikin." 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.