DBP wê dest bi çalakiyan bike

Çarşem 29 Cotmeh 2025 - 03:00

  • Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), encamnameya civîna Meclisa Partiyê ku di 26’ê Cotmehê de li dar xistibû, parve kir. Di encamnameyê de hate gotin:“Ji bo azadiya gelê me û avakirina civaka demokratîk, îroj roja cîbicîkirina berpirsyartiyên xwe ye.” 

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), encamnameya civîna Meclisa Partiyê ku di 26’ê Cotmehê de li dar xistibû, parve kir. Di encamnameyê de hate gotin ku pêvajoya siyasî û xebatên partiyê bi berfirehî hatine destgirtin. Encamname wiha dewam kir:“Geşedanên ku li Rojhilata Navîn pêk tên, nîşan didin ku li hemberî polîtîkayên tundî û zextan siyaseta muzekereyan her ku diçe pêş dikeve. Hevsengiyên herêmî yên ku bandor li cîhanê dikin li ser rageşiyên hêzên hegomon ên Rojhilata Navîn û Asyayê tên sazkirin. Di vê rewşê de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a birêz Abdullah Ocalan, ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn gaveke stratejîk e. Li ser vê esasê Tevgera Azadiya Kurd, di 26’ê Cotmehê de gaveke dîrokî ya nû avêt û ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û ji bo veguhestina demokratîk îradeyeke dîrokî nîşan da. Ev îrade, li hember bişavtin û înkara sed salan daxwaza veguhestina demokratîk e.  Tevgera Azadiya Kurd bi helwesta ku raber kir, ji bo nirx û hêviyên aştî, demokrasi û jiyana hevpar baweriya civakî mezin kir. Ev helwest di heman demê de li hemberî siyaseta şer a Rojhilata Navîn vexwendina çareseriya mayînde ye.   

Divê tavilê gavên qanûnî bên avêtin 

Ji bo pêvajo li ser esasên çareseriyê dewam bike, divê demildest bingehên zagonî bên avakirin û li ser nirxên demokrasiye pêvajo bimeşe. Ji bo vê jî divê zagonên çareserî û entegrasyona demokratîk demildest bikevin meriyetê da ku pêvajo bi serkeftî bi encam bibe. Di vê çarçoveyê de divê lijneya meclise demildest bi birêz Ocalan re hevdîtinan pêk bîne û xwedî li îradeya çareseriyê derbike. Ji bo pêşeroja pêvajoyê divê şert û mercên azadiya Birêz Ocalan di rojevê de bên girtin û azadiya wî demildest pêk bê. Ev yek wê îradeya ji bo çareseriyê bi hêztir bike û pêşeroja pêvajoyê jî bi ewle bike. Di vê çarçoveyê de em bang li destilatdariya siyasî dikin ku; dest bidin destê îradeya çareseriyê. Ji bo edalet, wekhevî û azadiyê, ji bo aştiyeke mayînde gavên ku wê encam bidin bavêjin. 

Xwerêxistinkirinê mezin dikin 

Gelê Kurd bi perspektîfa civaka demokratîk ve îro li Rojhilata Navîn pêşengtiya avakirina jiyana nû dike. Têkoşîn û îradeya gelê me pêşengtiya vê pêvajoyê dike. Ji bo hêviya azadî û aştiyê pêş bikeve divê îradeya ku gelê Kurd dimeşîne, bihêztir bibe.  Wek Partiya Herêmên Demokratîk em bang dikin ku; jin, ciwan û tevî gelê me rêxistina xwe mezintir bike û di vê pêvajoya dîrokî de rola xwe ya pêşeng bidomîne. Bi vê armancê divê em li tevî qadan, li tevî tax, gund û bajaran rêxistinkirina bihêz bikin û bêhtir xwedî li vê pêvajoyê derbikevin.  Li ser vê esasê, divê her kes di avakirina civaka demokratîk û sazkirina aştiyê de roleke mezin bilîze. Avakirina civaka demokratîk ne tenê armanceke siyasî ye, modeleke jiyana nû ye ku çavakniya xwe ji hêz û îradeya cewherî ya gel digre. 

Biryarên civînê 

Di vê çarçoveyê de ji bo pêvajoyê Meclisa Partiya me biryar da ku em ê; 

* Rêxistinên herêmî bihêztir bikin 

* Bingehên siyaseta demokratîk berfirehtir bikin 

* Bi armanca gelê me bêhtir xwedî li pêvajoyê derbikeve û bibe perçeyê pêvajoyê xebatên berfireh bimeşînin. 

Bi vê armancê, em ê li bajar, navçe, gund û taxan civînên gel, xebatên perwerdeyên demokratîk, forumên ciwan û jinan li dar bixin. Bi vê yekê ve em ê perspektîfa civaka demokratîk û aştiyê ji bingeha herêmî ve birêxistin û berfireh bikin.  

Bêguman ciwan û jin dînamîkên herî mezin ên veguhestinê ne. Li ser esasên nûnertiya wekhev û azad modela civaka demokratîk wê bi hêza jinan pêş bikeve. Ciwan jî wê bi erk, hêz û dilsoziya xwe ya azadiyê bibin yek ji stûnên siyaseta demokratîk.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.