Aql û fikr çû ser navdarbûnê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 5 Tîrmeh 2022 - 22:42

  • Muzîkjen Memo Gul, ji wan muzîkjenan e ku di nava karê hilberîna stranêîn Kurdî yên salên 1990´î de cihê xwe girtiye.

ÎLKAY EVREN

Muzîkjen Memo Gul, ji wan muzîkjenan e ku di nava karê hilberîna stranêîn Kurdî yên salên 1990´î de cihê xwe girtiye. Ew stranên ku îro jî ji bîra me neçûne û li wan tê guhdarîkirin. Ew stranên ku ruhê serdemekê di nava xwe de dihewînin. Ew hilêberîna stranên niha wiha rexne dike:

“Niha stranên demkî tên çîêkirin.Hin ji wan 24 saetan jî di rojevê de namînin. Mirov Youtube veke, di rojekê de 50 stran tên ber mirovî. Ev çi qasî zêde bû, ewqasî jî çawanî û kalîte kêm bû. Behremendî jî nîne. Ev stranbêj û muzîkjenên vê dema dawiyê bi rastî jî bê ked tên. Li şûna kedê bidin, aql û fikra wan li ser wê yekê ye, ka ez şawa dikarim navdar bibim.” 

Memo Gul dikare li gelek înstrumanan bide. Malbata wî salên 1960´î ji Amedê koç kiriye û çûye, li Edenê bi cih bûye. Ji ber wê dibêje, “Ez ji Kurdên Çukurovayê me”. Salên 1988, 1989´an bi hilgirtina înstrumanên muzîkjenên dawetan dest bi karê xwe dike. Sala 1990´î jî êdî Memo Gul gava xwe esasî diavêje nav muzîkjeniyê: Hênê lêxistina tembûra “baxleme” dibe. Memo Gul êdî di dawetên mezin ên li Edenê û heta li taxên Dalioglu, Gulbahçe û Newrozê û heta li Meydana Newrozê jî derdikeve ser dikê. 

Dibe NÇM´yî

Piştre ew li dawetan Koma Azad nas dike. Hingê Memo Gul li ber Baxlemê hînî lêxistina Neyê dibe. Jixwe li gelek înstrumanên rîtmê dixist û xwe hînî cumbuş û ûdê jî dike. Sala 1992´yan êdî berê wî dikeve NÇM´ê: “Koma Azad hatibû, wan jî got, li Amedê şaxekî NÇM?ê wê bê vekirin, ma tu bi me re nayî, nakevî koma me. Bi min cazib bû. Nîvê sala 1992´yan em çûn şaxê NÇM´ê ya Amedê. Qederê salekê em li Amedê xebitîn. Ew dema kuştinên fail qaşo ne diyar bû. Pirr zehmet bû. Dawet hema hema nedibûn. Yên dibûn jî ne bi Kurdî bûn. Hingê heta bi Newroza sala 1993´yan ez li wir mam.”

Albûma pêşî û Koma Amed

Gava sala 1993´yan gelek endamên NÇM´a Stenbolê li Amedê dicivin, bala wan diçe ser behremendiya lêxistina gelek înstrumanan a Memo Gul. Wî vedixwînin Stenbolê. Ew hingê hîna 16-17 salî ye. Bi wan re berê xwe dide Stenbolê: “Wê salê me albuma Koma Azad a bi navê Şemal çêkir. Ez tê de 3 stranan dibêjim. Piştre ez ji Koma Azad veqetiyam. Hingê Koma Amed ji nû ve dihat birêkûpêkkirin. Tevî endamên berê, ez jî li wan zêde bûm.”

Dewlet ji Koma Amed aciz dibe û plana tesfiyekirinê dest pê dike: “Me albûma Dergûş çêdikir. Di destpêka wê de, operasyonek li dijî NÇM´ê kirin. Ez jî girtim. Eşkere ji min re gotin, ´tu wê li bir nemînî. Tu wê bicehemî biçî´. Pişre jî ez derketin derveyî Tirkiyeyê, lê min karên NÇM´ê dewam kirin. Piştî min du endamên din ên komê hatin. Me xwest Koma Amedê li vir dewam bikin. Me albuma Dergûş li vir temam kir. Me piştre li Ewrûpayê Çar Newa damezirand.”

Koma sala 1998´an hat damezrandin û tê de Dr. Fikri Kutlay, Dr. Ahmet Kaya, Serhat Çarnewa, Suleyman Çarnewa û Mehmet Gul hebûn.

Navê Çar Newa jî ji bo îşaret kirina bi newa û melodiyên ji çar parçeyên Kurdistanê bûye.

Çîroka Hoy Memo

Wî di albuma Dergûş de strana Hoy Memo jî got. Ew wiha behsa çîroka wê meseleyê dike: “Hingê stran hatin diyar kirin. Bi awayekî xwezayî ew stran bû para min. Belkî jî ji ber ku navê min Memo bû. Ez ne solîst im. Di dema Çar Newa de solîstên me yên gelekî baş hebûn. Serhat hebû. Lê dîsa jî ji ber ku em kom bûn, her kesî 1 yan 2 stran digotin. Hoy Memo jî ji Hekariya hatibû berhevkirin. Ew strana kevnar jî tesadufî bû para min.

Kom nema

Kom piştî salên 2000´î ji hev belav dibe. Sedamê wê jî Memo Gul wiha rave dike: “Solîstan xwest zêde derkevin pêş. Yanî bi giştî kom ji ber solîstan belav bûn. Koma me jî bû qurbanê vê yekê. Komeke baş bû ya me. Dr. Fikri, Dr. Ahmet Kaya berhev dikirin, me jî ew aranje û îcra dikirin; weke di Koma Amed de.”

Memo Gul pê re aranjorî kiribû li Elmanyayê. Ew li ser albuma Zîlan a Aram Tîgran a sala 1997´an pêşî xebitî. Wî karê xwe yê aranjoriyê her dewam kir. Sala 2002´aranjoriya albuma 'Siya Evînê' kir û heta niha aranjoriya qederê 60 albuman kiriye. ji bilî jenerîkên televîzyonên Kurdî wî muzîka dfilma Bêrîtan jî çêkiriye. Niha? “Ez bi tena serê xwe berhemên înstrumental çêdikim. Ez helbet stranan jî dibêjim.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.