Bi rizgarkirina Reqayê fikrên DAIŞ'ê têk çûn

În 17 Cotmeh 2025 - 03:00

  • Ji fermandarên YPJ'ê Rojda Felat, têkildarî rizgarkirina Reqayê anî ziman ku di rizgarkirina Reqayê de fikrên DAIŞê têk çûn û got:"Em li ser esasê Rizgarkirian Jinê û azadiya jinê ketin Reqayê.  Wekî YPJê di rizgarkirina Reqayê de roleke gelek mezin lîst.”

YPJ, YPG, HSD, jin û şêniyên Reqayê hêz û moral dan hev û bi hev re ji bo Rizgarkirina Reqayê şer kirin. Xelaskirina jinên êzidî ya ji destê DAIŞ'ê ji bo hemû şervanan bû hêz û moralekî pir mezin. Hêzên YJŞ û YBŞ'ê jî piştgiriyek mezin da Rizgarkirina Reqayê.

Ji fermandarên YPJ'ê Rojda Felat, têkildarî rizgarkirina Reqayê anî ziman ku revandina jinên êzidî yên li Şengalê hêrsa wan pir zêde kir. Rojda Felat, da zanîn ku di rizgarkirina Reqayê de rista YPJ'ê gelek zêde bû.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û piştgiriya gelê Reqayê di 6'ê Hezîrana 2017'an de li Reqayê dest bi pêngava “Xezeba Firatê” kir. Piştî operasyona 5 mehan, di 17'ê Cotmeha 2017'an de HSD'ê alaya YPG'ê li Stadyûma Reqayê daliqand û ragihand ku dawî li dagirkeriya DAIŞ'ê aniye. YPJ'ê ku a pêkhateya HSD'ê ye, di 19'ê Cotmehê de li Meydana El Neîm daxuyaniyek da û diyar kir ku bajar bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin.

Ji fermandarên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rojda Felat bi minasebeta 17'ê Cotmehê roja rizgarkirina Reqayê axivî.

Rojda Felat ewil 9'emîn salvegera Rizgarkirina Reqayê li hemû şehîdên ku di hamleyê de canê xwe veda kirine û hemû kesên di hamleyê de cihê xwe girtine pîroz kir û wiha axivî: “Reqa Paytexta DAIŞ'ê bû. Beriya rizgarkirinê gelek hamle hatin dastpêkirin. Piştî ku bi taybet Kobanê ji DAIŞ'ê hat rizgarkirin DAIŞ'ê darbeyek mezin xwar. Piştî me bajarok û gundewarên Kobanê rizgar kirin, me hamleyeke taktîkî pêş xist. Wekî ku em ê biçin Reqayê, lê em çûn ser Minbicê. Piştî ku me Minbic ji destê DAIŞ'ê rizgar kir, me berê xwe da paytextê DAIŞ'ê bajarê Reqayê. Ji bo hamleya li dijî Reqayê me amadekariyek mezin kir. Me navê ‘Xezaba Firatê’ li hamleyê kir. Wekî navê wê jî nîşanî me dide me amadekariyek mezin kir. Vê hamleyê dengekî mezin veda. Piştî vê pêngava Xezaba Firatê; me Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ava kir. Di bin baneyê HSD'ê de gelek pêkhateyan cih girt.”

Fermandara YPJ'ê Rojda Felat destnîşan kir ku gelê Reqayê yên ku dixwest ji destê DAIŞ'ê rizgar bibe û gelek welatiyên Reqayê tevî jin û zarokan tev li HSD'ê bûn û wiha got: “Gelê Reqayê li gel şervanên HSD'ê li dijî DAIŞ'ê şer kirin. Şêniyên Reqayê ku di nava HSD'ê de cih girtin, bandoreke mezin li Rizgarkirina Reqayê kir. Ji ber ku şêniyên Reqayê yên ku tev li HSD'ê bûn bajar nas dikirin, di aliyê rizgarkirina Reqayê de ristek gelek mezin lîstin. Rizgarkirina Reqayê ya ji DAIŞ'ê armanca me ya sereke bû. DAIŞ'ê di milê leşkerî de Reqa ji bo xwe wekî paytext hilbijartibû. Reqa ji ber ku du milê firatê bi hev ve girê didan û hem jî ji ber aliyê wê yê dîrokî hebû, DAIŞ'ê wekî cihekî stratejîk hilbijartibû. Ji bo ku Reqa kiribûn paytextê xwe perwerdehiyên xwe yên leşkerî, bîrdozî li vir pêş dixisitin. Dîsa li Reqayê xwe bi rêxistin dikirin.  Dîsa di aliyê aborî de jî destê DAIŞ'ê xurt dikir.”

Rojda Felat bal kişand ser revandina jinên êzidî û wiha pêde çû: “Me ji bo rizgarkirina Reqayê xwe amade kiribû. Ne xeyalî bû, lê gelek girîng bû. Dema DAIŞ ket Şengalê û nêzî 500 jinên êzidî revandin, ev ji bo me bû hêrseke mezin. Ji bo me YPJ, YPG û HSDê bû hêreseke mezin. Dema jinên Şengalê li kolanên Reqayê dan firotin, vê yekê hişt ku di hemû hêzên YPJ, YPG û HSD'ê de hêrseke gelek mezin çêbîbe. Ji ber van kiryarên DAIŞ'ê me bi re awayî xwe amade kir ku em Reqayê ji destê DAIŞ'ê rizgar bikin.”

Rojda Felat bal kişand ser amadekariyên beriya hamleyê û ev agahî parve kir “Bi taybetî di aliyê leşkerî de ji bo em Reqa rizgar bikin di aliyê taktîkî de amadekariyeke gelek mezin hat kirin. Li ser vî esasî di milê leşkerî de perwerdehî hat dayîn û em derbasî Reqayê bûn. Me ji bo rizgarkirina Reqayê hamleya Xezeba Firatê da destpêkirin.”

Ji bo rizgarkirina jinên êzidî ên Şengalê hêzên YJŞ û YBŞ'ê jî tev li şerê rizgarkirina Reqayê bûn. Rojda Felat li ser rizgarkirina jinên êzidî jî rawestiya û got: “Gelek jin hatin rizgarkirin. Rizgarkirina jinan ji bo Rizgarkirina Reqayê bû moralekî mezin. Maneviyateke mezin da hêzên leşkerî. Dema me Reqa rizgar kir gelê Reqayê digot ‘Em li hêviya we bûn. Çima hûn zûtir nehatin.’ Dema me gundewarên Reqayê û Reqa bi xwe rizgar kir jî hêvî pir bû. Gel û bi taybetî jin li hevî û benda me bûn. Digotin ‘Çima hûn zûtir nehatin.’Ji ber ku piştî dagirkirina Reqayê jin ji hemû mafê xwe hatibûn mahrûmkirin. Jinê êdî nikaribû xwe îfade bike. Ji bo jinan û gelê Reqayê kelecanek gelek mezin bû. Me bi xwe jî di nava Rizgarkirina Reqayê de cih girt.”

Rojda Felat herî dawî li ser encama Rizgarkirina Reqayê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “30 hezar hêza leşkerî tev li vê hamleyê bû. Fedekarî û karekî gelekî mezin bû. Destxistin û rizgarkirina Reqayê ji destê DAIŞ'ê ji bo me serkeftinek gelek gelek mezin bû. Me dizanibû ku DAIŞ di Reqayê de têk biçe (bi bin bikeve) dê li her derê têk biçe. Ji ber ku DAIŞ'ê Reqa ji bo xwe wekî paytext hilbijartibû û kiribû mîna kelehê. Li gorî wê hemû amadekariyên xwe kiribû. Li gorî vê rastiya wê jî em bi amadekariyeke gelek mezin û hêzek gelek xurt bi ser Reqayê de çûn. Hevalên me yên di vê hamleyê de şehît bûn, bûn hêza rista herî mezin a Rizgarkirina Reqayê. Dema DAIŞ li Reqayê bi bin ket, bandora xwe li ser herêmên din jî kir. Piştî Reqayê hamleya Dêra Zorê dest pê kir. Rizgarkirina Dêra Zorê jî hêza xwe ji Rizgarkirina Reqayê girt. Rizgarkirina Reqayê bandora xwe li ser rizgarkirina gelek herêmên din kir. Rizgarkirina Reqayê bû moral û kelecanek mezin ava kir. Vê yekê hişt ku em bi moral û kelecan herêmên din jî rizgar bikin. Di rizgarkirina Reqayê de fikrên DAIŞê têk çûn. Em li ser esasê Rizgarkirian Jinê û azadiya jinê ketin Reqayê.  Wekî YPJê di rizgarkirina Reqayê de roleke gelek mezin lîst.”

AW/NAVENDA NÛÇEYAN/MEHMET ALÎ ERTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.