Li Dêrazorê 3 çete hatin girtin
În 17 Cotmeh 2025 - 02:45
Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’ê bi tevkariya Koalîsyona Navneteweyî li gundewarê Dêrazorê 2 operasyon li dar xist. Di encamê de 3 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê hatin girtin. Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk der barê mijarê de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:"Hêzên Komandos ên girêdayê hêzên me 2 operasyonên bi bandor li dijî şaneyên rêxistina DAIŞ a terorîst li dar xistin. Operasyona yekemîn bi beşdariya Hêzên Koalîsyona Navneteweyî li gundê Berîha yê herêma Bisêra yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê hat kirin. Di vê operasyonê de terorîstek hat girtin. Piştrast bibû ku destê wî di êrişên li ser hêzên me û sivîlên li herêmê de hene. Di heman demê de hêzên me miqdareke çek ku li cem terorîst dîtin, desteser kirin.
Operasyona duyemîn li gundê Sebha yê herêma Besîra hat lidarxistin. Hêzên me di çarçoveya operasyonê de şaneyek terorîst a rêxistina DAIŞ’ê bêbandor kir û 2 endamên şaneyê girtin. Her du endamên şaneyê gelek êriş li dijî hêzên me, endamên hêzên ewlekariyê û sivîlan pêk anîbûn. Hêzên me piştrast dikin ku wê xebat û hemahengiya xwe bi Hêzên Koalîsyona Navneteweyî re bidomîne ta ku rêxistina terorîst û jêderên wê yên madî û manewî zuha bikin û rê li ber çalakiyên terorîst ên ku ewlehiya herêmên me dixin metirsiyê bigirin."
ANHA