Aqilekî stratejîk hewce ye

Sêşem 23 Çile 2024 - 10:28

  • Kemal Sîdo, Pisporê Rojhilata Navîn ê GfbV´yê: Ti giringiya xwe nîne ka tu dilxwazê kîjan partiya Kurd î yan jî kê ji xwe re Serok dihebinî, lê Efrîn mijareke neteweyî ye û jê re aqilekî stratejîk hewce ye. Kurd dikarin li dor vê werin cem hev.

REWŞAN DENİZ

Hefteya bihurî rêxistinên mafê mirovan li Karlsruhê serî li Dozgeriya Federal a Elmanyayê dan û giliyê dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê dagirkir kirin ji ber sûcên wan ên şer û sûcên li dijî mirovahiyê.

Navenda Destûrê û Mafê Mirovan a Ewrûpayê (ECCHR), Sûriyeyiyên ji bo Heqîqet û Dadê (STJ) li Karlsruhe, li Dozgeriya Federal a Elmanyayê giliyê dewleta Tirk û çeteyen wê kir ji ber sûcên  wan ên li Efrîna dagirkirî.

Neh (9) mexdûrên dagirkeriya dewleta Tirk ên Efrînî yên ku ji ber sedemên ewlehiyê, navê wan tê veşartin, bi rêya van saziyên navbirî gilî kirin. Piştî ku dozgeriyê li van sûcan kola wê biryarê li ser bide, bê ka ew ê dozê veke yan na.

Kemal Sîdo, Pisporê Rojhilata Navîn yê Rêxistina Gelên di Tehlûkeyê de ya navenda wê li bajarê Elmanyayê Goettingenê, di pêvajoya hazirkirina gilî de bi zanîn û belgeyên xwe destek daye. Kemal Sîdo diyar kir ku ev doz wê mirovên din jî wêrek bike û divê bidome.

Sîdo bal bire ser helwêsta dirû ya li biwara sûcên dewletan û got, ‘‘Kesên ku dema mesele Çîn û Rûsya be, dengekî bilind derdixin, dema ku mijar dibe sûcên dewleta Tirk xwe kerr dikin, ji hêla mafê mirovan ve ti baweriyê nadin mirovî.‘‘

 

Ji ber ku Tirkiye giring e!

Dr. Keman Sîdo

Kemal Sîdo bi berdewamî xwest ku di medyayê de, li nav raya giştî tim Efrîn di rojevê de be, li ser were axaftin û got, ‘‘Li Efrînê dewleta Tirk derî qanûn e. Mirov bi rehetî dikare vê ji cîhanê re vebêje, lê aliyê din jî zor e, çimku dewleta Tirk endama NATO’yê ye. Li Elmanyayê siyasetvanên min î dost, ên ji Partiya Keskan hene, dema ku guh didim wan, dibêjin,‘Tirkiye welatekî girîng e.’  Ji ber ku Tirkiye welatekî giring e, dema ku heqê mirovan binpê dike, qey divê mirov bêdeng bimîne? Rûsya jî welatekî giring e, naxwe dema ku wê jî tiştek kir, em li biwara Rûsyayê jî bêdeng bimînin.”

 

Efrîn mijareke netewî ye

Dr. Kemal Sîdo bi berdewamî xwest, mirov giliyê neh Efriniyan bişopîne û wiha peyivî: ‘‘Di halê normal de, ji bo ku li devereke weke Efrînê ji bo belgeyên sûc werin danîn, bibin rapor, mexdûr biaxivin pere têne xerckirin, lê li nav me, ji bo ku mirov bêdeng bimînin, neaxivin pere têne xerckirin. Divê guhê me li Efrînê û vê dozê be. Divê em her zextê çêkin û raya giştî ava bikin. Dagirkirina Efrînê bi tena serê xwe sûc e. Li dijî hiqûqa navdewletî sûcekî eşkere ye. Ji ber ku Efrîn ne bi ser Tirkiyê ve ye, lê ji hêla qanûnî ve bi ser Sûriyê ve ye. Li wir, li her buroyê wêneyên Ataturk û Erdogan hene, her dever bi alayên Tirk hatine pêçan. Tirkî û Erebî zimanê fermî ne û Kurdî hema bibêje qedexe ye. Bi dilê Beşar Esad e jî ku Efrînê bikin Ereb yan jî Tirk. Ti giringiya xwe nîne ka tu dilxwazê kîjan partiya Kurd î yan jî tu kê ji xwe re Serok dihebinî, lê Efrîn mesleyeke neteweyî ye û jê re aqilekî stratejîk hewce ye. Kurd dikarin li dor vê werin cem hev.

 

Elmanya li ser Efrînê bêdeng e

Efrîn ne meseleya partiyan e, ji bo Kurdan meselekeyeke netewî ye. Her wiha ji bo ku her roj mafê mirovan lê têne binpêkirin, bi rengekî derî hiqûqa navneteweyî, ji bo ku hikûmeta Elman bi dewleta Tirk re dost e, ji bo ku li ser siyaseta Tirkiyê bêdeng e, di mijara Efrînê de tiştekî ku wan motîve bike nabînin. Jê jî wêdetir, ditirsin ku wan jî bi YPG’ê re têkildar bikin û bi wan re bikevin nav gelemşeyekê. Mînak li ser şerê Ukrayna hikûmeta Elman pirr çalak e. Di şerê Ukraynayê de ji bo ku li sûcên Rûsyayê bikole, pereyan xerc dike. Dema ku mesele em in, pereyan didin da ku Kurd bêdeng bimînin. Ne li sûda me ye ku li Efrînê dagirkeriya Tirk domdirêj be. Pirraniya nifûsê halê hazir Ereb e û dikarin referandûmê bikin û dikarin bibêjin, binihêrin va gelê wir dixwaze tevî nav Tirkiyê bibe.

Ev doz belkî gaveke piçûk be, lê deng veda. Ji meseleyên wiha re wext divê. Dişibe kolandina bîrê ya bi dest û lepan. Dema ku mirov ji çarçoveya mafê mirovan ve lê dinihêre rastiyeke berbiçav heye û ew jî ev e ku Tirkiye li Efrînê dagirker e û Efrîn ne parçeyekî Tirkiyê ye. Ev doz wê mirovên din jî wêrek bike. Divê mirovan wêrek bike ji ber ku Kurdên li Elmanyayê ji ber siyaseta dewleta Elman hinekî çavtirsandî ne. Yên ku li bara Çîn û Rûsyayê bi dengê bilind diaxivin, dema ku mesele sûcên dewleta Tirk in, xwe kerr dikin, ji alî mafê mirovan ve bawerî bi wan nayê. Li Elmanyayê pirraniya gel ji saziyên siyasetê bawer nake. Heke behsa mafê mirovan dike divê ev ji bo her kesî be. Heke behsa hiqûqa navneteweyî dike ev divê ji bo her kesî be.”

 

Dijminatiya li Kurdan geş dike

Kemal Sîdo ji bo siyaseta sorkirina xelkê Rojhilata Navîn nexasim jî Ereban li dijî Kurdan jî got, Erdogan û partiya xwe li welatên Misilman her roj diberiya Kurdan geş û gur dikin: “Xilbeyê Kurdan jixwe Misilman in. Dewleta Tirk li pey îslama radîkal e. Mînak, berê Misilmanên li Idlibê li biwara Kurdan ev qasî ne hişk bûn. Piştî ku têkilî dewleta Tirk bûne, dijberê Kurdan in. Neyariya dewleta Tirk a li dijî Kurdan li ti siyasetê nasekine. Kesekî hema hinekî dilxwazê dewleta Tirk be, te dît roja din bû dijberê Kurdan. Berê cîranên me yên Ereb ev qasî ne dijberê Kurdan bûn. Beriya bi çendekê ez li Mekke û Medîneyê bûm. Min li wir hin Senageyî dîtin, gotin,‘Kurd li dijî Erdogan in, ji ber vê li dijî Îslamê ne.’ Min jî gote wan, ‘Tu hêj bi Erebî nizanî, Erdoganê te jî bi Erebî nizane.’ Li Elmanyayê, ji welatên cihê dema ku bi Misilmanan re diaxivim, tiştên weke hev dibêjin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.