‘Apê min Cemşîd Xan’ wê bi Elmanî jî bifire

Nûçeyên Çand/Huner

În 30 Nîsan 2021 - 05:04

ÎBRAHÎM BULAK
FRANKFURT

Romannûsê naskirî yê Kurd Bextiyar Elî bi romana xwe ya çaran derdikeve pêşberî xwendevanên Elmanî. Her wiha payîza îsal Ingilîziya ‘Hinara Dawî ya Dinyayê’ jî li New Yorkê belav dibe.

Romana Bextiyar Elî ‘Cemşîd Xanî Mamim: Ke Hemîşe Ba Legel Xoyda Deybird’ ku bi Kurmancî bi navê ‘Apê min Cemşîd Xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir’ çap bûbû, êdî bi Elmanî ye. 

Wekî romanên dîtir ên bi Elmanî vê carê jî weşanxaneya Unionsverlag a ku li Swîsreyê kar dike, wê romanê çap bike. Wergêrên romanê Ute Cantera-Lang û Rawezh Salim in.

Ev romana Bextiyar Elî berê jî bi Farisî, Erebî û Kurmancî çap bûbûn. Her wiha ew romana çaremîn a Bextiyar Elî ye ku bi Elmanî çap dibe. 

Hinara Dawî ya Dinyayê jî bi Ingilîzî derdikeve

Her wiha biryar hatiye dayîn ku Archipelago Books a ku li New Yorkê ye, romana Bextiyar Elî ‘Dwahemîn henarî dunya’ (Hinara Dawî ya Dinyayê) bi zimanê Ingilîzî payîza îsal biweşîne. Wergêrê romanê Kerîm Ebdullrehman e. Ev romana wî jî berê bi Farisî, Elmanî, Îtalî, Erebî û Kurmancî çap bûbû. Bextiyar Elî wekî din bi vê romana xwe sala 2017’an Xelata Nelly-Sachs wergirtibû. 
 
Derheqa Unionsverlag de

Unionsverlag sala 1975’an li Swîsre hatiye damezirandin. Heta niha berhemên 280 nivîskarên dinyayê çap kirine ku pirraniya wan ji zimanên din ber bi Elmanî ve hatine wergerandin. Vê weşanxaneyê sala 1998’an jî bi navê ‘Im Schatten der verlorenen Liebe’ romana Mehmed Uzun ‘Siya Evînê’ bi Elmanî weşandibû. Her sê romanên Bextiyar Elî ku Uninonsverlagê beriya niha çap kirine, ev in: 
- Der letzte Granatapfel (Hinara Dawî ya Dinyayê) sala 2016’an çap kir. 
- Die Stadt der weißen Musiker (Bajarê Musîqarên Spî ) sala 2017’an çap kir.
- Perwanas Abend (Êvara Perwaneyê) sala 2019’an çap kir. 

Derheqa Bextiyar Elî de 

Bextiyar Elî (Bachtyar Ali) ne tenê di nav Kurdan de her wiha li dinyayê romannûsekî eyan e. Nivîskar sala 1966´an li Silêmanî tê dinê. Yekemîn berhema edebî ya Bextiyar Elî ya hatî belavkirin ‘Qesîdey Niştiman’ e. Berhemên xwe bi Soranî dinivîse lê heta niha çar romanên wî ji alî weşanxaneya Avesta ve bi Kurmancî hatine çapkirin. Nivîskar ji sala 1995´an ve li Elmanyayê dimîne û çer ku romanên wî bi Elmanî çap bûn di welatên Elmanîziman de hate naskirin.  

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.