Komên piştevaniya gelê Kurd ên li Emerîkaya Latînî rojên filmên Kurd organîze kirin. Filmên Kurd cara yekem ewqasî bi rêk û pêk li vê parzemînê hatin nîşandan. Tevî vê yekê jî gelekî bal kişand ser xwe. Film bi giranî li navendên saziyên cuda têne nîşandan. Heta niha li Meksîka, Paraguay û Bolîvyayê hin film hatin nîşandan. Nîşandana filman wê heta dawiyê salê dewam bike.
Ev 8 filmên Kurdî di vê çarçoveyê de tên nîşandan: Evîn di rûyê qirkirinê de, Darên bi tenê, Mal, Piştî şer, Ji bo azadiyê, Sîka Çiyayê Kurmênc, Berfîn, Dema Dirîreşkan. Komîna Film a Rojava ev fil çêkirine. Film bi jêrnivîsî li welatên cuda yên Emerîkaya Latînî têne nîşandan.
Li paytexta Bolîvya La Pazê, li 5 cihên cuda 5 rojan li pey hev 8 film hatin nîşandan. Piştî nîşandana filman, du bergên destpêkê yên parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danasîn.
ANF/LA PAZ