BÎRCAN DEGÎRMENCÎ / AMED
Hefteya bihurî konferansek bi organîzasyona TJA’yê (Tevgera Jinên Azad) li Amedê bi rê ve çû. Ji welatên cihê yên cîhanê jinên Filistînî, Îranî, Baskî, Filîpînî, Îrlandî, dayikên aştiyê û tevgerên femînîst jî hazir bûn û serpêhatiyên xwe yên li girtîgehan parve kirin.
Nûnera Sînn Feînê ya Ewrûpayê, Martîna Anderson tevlî konferansa bi organîzasyona TJA’yê ya li Amedê bû. Ew dibêje, têkoşîna jinan li Kurdistan, Filîstîn û Îranê dişibe hev.
Li konferansa ‘‘Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li Dora Jinên Girtî yên Siyasî” du rojan dewam kir. Nûnera Sinn Feinê ya Ewrûpayê û endama berê ya PE’yê (Parlamena Ewrûpayê-PE) Martina Anderson behsa serpêhatiyên xwe yên li girtîgehê kir.
Anderson sala 1985’an ji ber endamtiya IRA’yê û bi sûcdariya bombekirinê, cezaya girtîgehê yê heta mirinê lê hate birrîn û 10 salan li Londonê di girtîgehê de ma. Piştre jî ew birine girtîgeheke din.
Li girtîgeha mêran tenê du jinên girtî hebûn
Anderson li gel hevrêya xwe Ella O’Dwyerê li girtîgehekê ma û li wê 600 mêr girtî bûn. Di nava girtiyan tenê ew her du jin bûne.
Anderson ji rojnameya me re axivî û got, ‘‘Wan 13 mehên ku em li wê hepsê man, kirinên der mirovî me dîtin. Her roj li ber çavê girtiyên mêr, em tazî dikirin û ser me seh dikirin. Carinan rojê 6 caran bi vî rengî ser me seh dikirin û bi vê êşkenceya zayendî li me dikirin.”
Piştî 13 mehan Anderson dibin girtîgeheke din a mêran, li wir beşeke jinan heye ku 40 kes lê dimînin. Anderson derheqê vê girtîgehê de got, ‘‘Li hicreyê tiwalet nebû. Îdareyeke mêtinger hebû.”
Li PE’yê min posterê Leyla Guven rakir
Anderson dema ku li ser karê xwe yê endamtiya PE’yê de cara pêşî têkilî aktivîstên Kurd dibe, salên 2013-2014’an. Anderson têkilî van çaxan dibêje, “Wê demê ez siyasetvanek bûm ku dêhn û bala min li ser binpêkirina mafê mirovan bûn û her wiha ez endama delegasyona Filistînê bûm. Aktivîstên Kurd binpêkirina mafê mirovan ku bi serê wan hatiye bi min re parve kirin. Çaxê Berxwedana Rojava bû û weke dengekî ku li PE’yê dikarim ji têkoşîna Kurdan re bibim dengek, nêzîkatî li min kiribûn.”
Anderson têkilî wê demê got‚ “Wan deman Kurd li Strasbourgê ketibûn grêva birçîbûnê. Dema ku ez çûm ku wan bibînim, ji min xwestin ku bi şandeyeke PE’yê re serdana Leyla Guven bikim. Bi delegasyoneke PE’yê çûme Amedê. Me û keça Leyla Guvenê hev dît. Me xwest li girtîgehê serdana wê bikin, lê hêzên çekdar ên dewletê tundiya fizîkî li me kirin. Dema ku Leyla Guven hate berdan, dîsa hatim Amedê û li mala ku grêv lê didomand, ez çûm serdana wê. Dema ku vegeriyam jî li PE’yê min posterê Guven rakir û rewşa wê vegot. Ji bo ku li parlamentoyê were dîtin û dengê Leyla bidim bihîstin, min ev kir.‘‘
Têkoşîna jinan bi ser rengê hev de diçe
Anderson bal bire ser giringiya konferansê, malavayî li TJA’yê kir û got, “Îro ez ji Tevgera Jinên Kurd hînî gelek tiştan bûm. Ez ji wan kesan im ku baweriya min pê heye her roj mirov dikare hînî tiştekî nû bibe. Te divê bila li Kurdistanê be, te divê li Filistînê yan jî li Îranê be, min careke din dît ku têkoşîna jinan çendî dişibe hev. Biya min tişta herî muhim ku vê konferansê bi xwe re anî, ev bû.”