Pergala Rêber Apo alternatîf e

Sêşem 27 Tebax 2024 - 03:15

  • Delegasyonek Enternasyonalîst ji bo ku pergal, çand û civakbûyîna Wargeha Mexmûrê ji nêz ve bişopînin, serdana wargehê kirin û anîn ser ziman ku pergala li Mexmûrê ya bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan hatiye avakirin, pergalek alternatîfe ji bo jiyana civakî.

Fikir, felsefe û pergala alfernatîf ya Rêber Abdullah Ocalan êdî bûye gerdûnî û her ku diçe jî belav dibe. Her wiha bûye çavkaniya jiyana azad. Ji bo vê yekê gelek kesên enternasyonalîst û kesên ku rastiya jiyana azad digerin berê xwe didin cihên ku bi pergala Konfederalîzma Netewa Demokratîk xwe birêve dibin û li wir ji nêz ve vê pergalê dişopînin. Yek ji wan cihan jî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûr e. Delegasyonek Enternasyonalîst ku ji welatên cuda pêk dihat, ji bo ku pergal, çand û civakbûyîna Wargeha Mexmûrê ji nêz ve bişopînin, serdana wargehê kirin.

Endamên delegasyonê dîtin û fikrên xwe yên li ser pergala li Wargeha Mexmûrê parvekirin.

Jiyanake nû hatiye afirandin

Jina ciwan a bi navê Lara ku ji Îtalyayê ye di destpêka axaftinên xwe de diyarkir ku ew ji bo naskirin û dîtina fikrên Rêber Abdullah Ocalan hatine wargehê û got:“Em li vir gelê Kurd nasdikin. Her wiha pergala li Mexmûrê, pergalek alternatîfe ji bo jiyana civakî. Di mereqa me de bû ka jiyana gelê wargehê di vê pergalê de çawa dimeşe. Her wiha me xwest mirovên ku bi vê pergalê jiyan dikin nas bikin. Dibe ku wargehek a penaberan tê naskirin, lê ne weke wargehek ji rêzê ye. Mirovên li vir jiyan û civakek nû dane avakirin. Ev bû sedem ku ji Îtalyayê bên serdana wargehê bikim.”

PKK vîn dide civakê

Her wiha Lara da zanîn PKK ew rêxistine ku dikare mirovahiyê rizgar bike û got:“Di bingeha vê pergala li wargehê de, ramanên Rêber Apo ku ev 26 sal in di girtîgehê de ye, heye. Sedema qedexeya li ser PKK’ê ew e ku partiya civakê ye. Tirsek gelek mezin li hember PKK’ê heye, ji ber ku vînê dide civakê. Li Ewrûpayê şaş famkirinek mezin beramberî PKK’ê heye û divê em li hember vê çalak bin.”

Ew ronahiya şoreşa jinê ye

Lara destnîşankir ku ew ji bo tevlîbûna pîrozbahiya 15’yê Tebaxê jî hatine wargehê û got:“15’yê Tebaxê destpêka gerîlatî û şerê çekdarî ye. Ev roj, rojekî gelek girîng e, ji ber ku roja xweparastina civakê ye. Roja mafê xwe parasatinê ye. Rêber Apo ronahiya şoreşa jinê ye. Fikrên Rêber Apo azadkirina jiyanê ye.”

Ji coşa wargehê bandor bûm

Jina bi navê Yasmîn ku ji Elmanyayê ye jî behsa meraqa xwe ya ji Konfederalîzma Demokratîk re kir:“Bi mereqa çawa mirov di Konfederalîzma Demokratîk de dijî, em hatin wargehê. Tişta ez jê bandor bûm, jiyana bi coş û moral a gel bû. Li Elmanyayê PKK weke rêxistinekî terorî tê dîtin, ev yek ji rastiyê gelek dûr e. Ji ber ku PKK partiya azadkirina mirovan e. PKK mirovan ji kapîtalîzm, baviksalarî û netew dewletê rizgar dike.”

Divê herkes Rêber APO bixwîne

Yasmîn herî dawî anî ziman ku 15’ê Tebaxê roja guleya yekem e, wateyek mezin a vê rojê heye û got:“Xweparastina çekdarî têgînek wisa ye ku mirovên Ewrûpî zû bi zû nikarin fam bikin. Ez ji xwendina Rêber Apo pir bandor bûme. Rêber Apo mijarên herî kûr û mezin bi hev ve girêdide û pirsgirêkên esasî ji kokê ve tespît dike û çareserî nîşan dide. Divê hemû kes Rêber Apo bixwîne, ji ber ku wateya her tiştî di felsefeya Rêber Apo de heye. Felsefeya Rêber Apo gerdûniye û derfet dide ku em wek mirovên Ewrûpî, xwe nasbikin û feraseta navendperestiya Ewrûpayê bişkînin.”

ROJNEWS/MEXMÛR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.