Em ji bo berpirsiyariyê amade ne

Sêşem 19 Tebax 2025 - 03:42

Welatiyên ku ji ber şewata gund û tundiya Tirkiyeyê di sala 1998’an de ji Şirnex û Colemêrgê koçî Iraqê kirin, bûn penaber. Penaberên Kurd ku neçarî guhertina gelek kampan bûn, niha li Kampa Mexmûrê ya Neteweyên Yekbûyî dijîn. Pêvajoya nû, ji bo welatiyên ku di bin tundiya Tirkiyeyê, dorpêça PDK û hîkûmeta Iraqê de dijîn hêviya vegera axa xwe çêkir. Rêber APO, di 8’ê Tebaxê de peyameke ji gelê Mexmûrê re şandibû û tê de gotibû:“Gelê Mexmûre, di dîrokê de çawa bûbû hîmê têkoşîna me wê di avakirina aştî û civaka demokratîk de jî heman rol û mîsyonê li xwe bigirin.” Herwiha di peyamê de hatibû destnîşankirin ku ger pêvajo bi rêve biçe wê Mexmûrî karibin vegerin ser axa xwe. Ev peyam ji bo şêniyên Mexmûrê moral û kelacan ava kir. Endama Kordînasyona Îştarê Azîme Kabul, diyar kir ku peyam ji bo jinan bi wate ye û ji bo peyam bighîje armanca xwe wê bixebitin û got:“Peyama Rêbertiyê hêz û moral da me. Lewra bi salan e me tu agahî ji Rêbertiyê nedigirt. Di peyama xwe de silavên xwe ji bo Kampa Şehît Rustem Cûdî re şandiye. Silavên wî ji bo me pir bi qîmet e û pir bi wate ye. Çend sal in me tu agahî jê nedistand ev rewş bi awayake neyînî li ser me bandor dikir. Rêbertî ji bo me jinan jêderka têkoşînê ye.”

Xelkê Mexmûrê yê şoreşê ye 

Azîme Kulê bal kişand ser ambargoyên li dijî kampê û got:“Di vê kampê de ji 6 hezarî zêdetir mirov lê dijîn û di mercên jiyana zehmet de li ber xwe didin. Lêbelê rexmê tundiyên dewletê kamp têdikoşe. Ev 2 sal in me çalakiyek li dar xistiye. Hemû jin û dayik di vê çalakiyê de cih digirin. Ev çalakî ji bo azadiya Rêbertiyê ye. Divê em jin bêtir têbikoşin û em têkoşîna Rêbertiyê bêtir li cîhanê belav bikin.” Hecî Çelî, diyar kir ku peyama Rêber APO ji bo wan deriyê demeke nû vekiriye û got:“Gelê Mexmûrê gelê şoreşê ye. Bi îdeolojiya Rêber Apo, hişmendiya welatparêziyê ava bû. Ji bo avakirina vê civakê berdêlên giran hate dayîn. Berî çend rojan ji Rêber Apo peyamak ji bo me hat. Bi salan e me tu peyamek jê wernegirtibû. Bi destpêka pêvajoyê ve me dîmenê wî dît û dengê wî bihîst. Bi van gavan baweriya me xurt bû û bû hêvî. Em heta dawiyê girêdayî Rêberê xwe û nirxên xwe ne.” 

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.