Emê heta dawî bi Rêberê xwe re bin!

Duşem 11 Tebax 2025 - 03:40

Piştî salên dirêj Rêber APO peyamek ji bo Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şand, ev peyam bi awayek girseyî li Saziya Malbatên Şehîdan hat xwendin. Di kêliyên xwendina vê peyamê de gelek kêliyên xweş û hestîyar di nav hevde hatin jiyîn. Têkildarî mijarê jinên Wargeha Penaberan a Mexmûrê kêfxweşî û kelecana xwe ya dema guhdarkirina peyama Rêber Apo ya ji bo xelkê Mexmrê re şandî vegotin. Dayê Gulê Gozireşî di destpêka axaftina xwe de silavên xwe ji bo Rêbertî re pêşkêş kir û got:“Ez Rêbertî ji dil û can silav dikim. Em duh şev di nava kelecanek gelek cuda de bûn. Kêliyek em digiriyan û kêliyekê jî em keyfxweş bûn. Dema Rêbertî qala ked û têkoşîna wargehê dikir, ez hestiyar bûm. Ez nizanim niha çi bibêjim û hestên xwe bi kijan peyvan îfade bikim. Ji ber ku Rêbertî ji bo me hertişt e. Peyama Rêbertî em gelek û gelek keyfxweş kirin. Duh şev ji 7 salî heta 70 salî li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan kom bibûn ku peyama Rêbertî guhdar bikin. Em ê heta dawî li pey gotin û pêngavên Rêbertiya xwe bin. Emê hertiştî ji bo azadiya Rêbertiya xwe bikin. Me çawa îro peyama Rêbertî guhdar kiriye, em dixwazin wisa bi awayek fîzîkî jî li Rêbertî guhdar bikin û bibînin.”

Kalên li ser darikan jî hatin!

Dayîka Taybet Hêşetî jî destnîşa kir ku bi peyama Rêber Apo gelek kêfxweşbûn û keyfxweşiya xwe wiha anî ser ziman:“Em jî Rêbertiya xwe silav dikin. Dema bangawaziya kombûnê kirî ez gelek kelecanî bûm. Min hevîrê xwe di teştê de hişt û ez çûm ku peyama Rêbertî guhdar bikim. Ez gelek kêfxweş bûm. Emê heta dawiya temenê xwe li pey Rêbertî, felsefe û fikirê wî bin. Giştî xelkê wargehê li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn, heta kalên li ser darikan jî li wir bûn. Em bi peyama Rêbertî ser bilindin. Ez ji kêfxweşiyê nizanim çi bibêjim. Em Rêbertiya xwe himbêz dikin. Rêbertî, hevalên girtî û yên serê çiyan silav dikin. Em çiqasî şehîdan bibin em ne poşmanin, emê li pey doza Rêbertiya xwe bin. Heta Rêbertî fîzîkî azad nebe, em dest ji çalakiyên xwe jî bernadin.”

Jina ciwan a bi navê Xelat Îşlek jî kêfxweşiya xwe ya peyama Rêber Apo wiha got:“Em ji wek jinên Memxûrê em pir kêfxweş bûn ku Rêbertî ji bo me silav şandiye. Ev peyam ji aliyê xelkê wargehê ve bi kelecan û kêfxweşiyek mezin hat pêşwazî kirin. Zarok, ciwan, pîr û kal li Saziya Malbatên Şehîdan kom bûn û peyam guhdar kirin. Li wir atmosferek gelek cuda hat jiyîn. Rêbertî qala vegera welat kir, ev yek ez gelek keyfxweş kirim. Em jî Rêbertî silav dikin.”

ROJNEWS/JIYAN PÎROZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.