Em hînî çanda berxwedanê bûn

Sêşem 13 Sibat 2024 - 01:25

SERKAN DEMÎREL / ANF / BASEL

Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji meseleya Kurd re' di asta neteweyî û navneteweyî de çalakî zêde dibin. Elmanya, Îtalya, Fransa, Swîsre, Katalanya, Portekîz, Slovenya, Makedonya, Slovakya, Îngilistan û welatê Baskê jî di nav de ji 13 welatan nêzî 200 enternasyonalîst li hev kom bûn û ji Baselê ber bi Strasboûrgê bi daxwaza 'Azadî ji Ocalan re' dest bi meşeke dirêj kirin. Ji beşdarên meşa dirêj aktîvîsta Avûstûryayî Lorî Kollonfaî qala pêvajoya naskirina tevgera Kurd û armanca xwe ya tevlîbûna li meşa dirêj kir.

Kollonfaî anî ziman ku dema li Elmanyayê li zanîngehê dixwend tevgera azadiyê ya Kurd û gelê Kurd nas kir û got:"Li zanîngeha ku min lê dixwend têkildarî Kurdan konferansek wê bihata lidarxistin. Piştre ev konferans bê hincet hate qedexekirin. Bi vê qedexeyê re bala min çû ser Kurdan. Her ku min li ser Kurdan xwend, hîn bêhtir ji nêz ve min ew nas kir. Rêwîtiya min a ber bi têkoşîna Kurdan ve bi vî rengî destpê kir."

Kollonfaî diyar kir ku di nava gelê Kurd û têkoşîna azadiyê de tişta herî zêde bandor lê kir, çanda berxwedanê ye û got:"Di nava tevgera Kurd de gelek tiştan bandor li min kir. Lê belê ya herî girîng çanda berxwedanê bû. Gel û tevgerek bi dehan sal in ji bo azadiyê li ber xwe didin, ku vê yekê gelekî bandor li min kir." Kollonfaî ragihand ku li Elmanyayê yan jî li devereke din kes naxwaze li ser çanda berxwedanê biaxive û got:"Berevajî vê yekê Ocalan li ser çanda berxwedanê gelek nirxandinan dike. Yanî berxwedanê û çanda berxwedanê hînî me dike. Her ku min felsefeya Ocalan xwend, nêrîna wî ya li cîhanê, mirovan, jiyanê û xwezayê xwend, hîn bêhtir min xwe nêzî vê têkoşînê kir." Kollonfaî bal bire ser girîngiya meşa dirêj û got:"Ya ku me li vir digihîne hev, daxwaza me ya ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan e û paradîgmaya Ocalan e. Ne tenê li Ewropayê, li Kurdistanê jî meşên dirêj têne lidarxistin. Ocalan tecrîdkirî ye. Nêzî 3 sal in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin ku ev yek me dixe nava fikaran. Lewma ji bo şikandina tecrîdê ev meş gelekî bi wate ye."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.