Destê Serok destê aştiyê ye
Duşem 2 Hezîran 2025 - 03:30
Bi pêşengiya Tevgeza Jinên Azad (TJA) bi hezaran jin bi dirûşma ‘Jin ji bo aştiya civakî û çareseriya demokratîk dimeşin’ li Amedê meşiyan. Jinên ku beşdarî meşê bûn axivîn.
Reyhan Akdag ku Ji Wanê hat, anî ziman ku çawa Rêber APO destê xwe dirêjî aştiyê kiriye divê dewlet jî vî destî bigire û got:“Bila jê netirse, destê Serok destê aştiyê ye. Ew ê xweşî û aştî bê Tirkiye û Kurdistanê. Dema aştî bê em ê aram bin. Bila deriyê zindanan êdî vekin. Wekhevî xweş e, bila zimanê me qedexe nekin. Dinya fireh e têra hemû kesan heye. Bila êdî tirk û kurd neyên kuştin. Daxwaza me aştî ye. Êrîşên ku tên kirin hîn berdewam dike. Şer ne çareserî ye. Çiyayên me hîn jî tên gûlebarankirin. Çi mafê wan heye vê dikin. Bila van êrîşan bidin sekinandin. Jin dayik e, jin aştiyê dixwaze”
Nazîme Goler jî ku ji Wanê tevlî meşê bû, got:“Bila dewlet me nexapîne. Bila ev xwîn bisekine. Heta îro gelek zedê xwîn hatiye rijandin. Ev meşa me meşa azadiyê ye. Ji bo aştî û demokrasî pêk bê erkeke giran dikeve ser milên jin û ciwanan. Serokê me heta îro di zindanê de tê girtin. Em dixwazin Serokê me û hemû girtiyên dinê bên berdan. Tavilê êdî ev aştî bila pêk bê. Em hemû yek bin. Zimanê me azad be.”
Hê jî gaveke şênber neavêtine
Kamîle Kazici ku ji navçeya Wêranşar a Rihayê hatiye daxwaza “çareseriyek demokratîk” kir û got:“Em naxwazin leşker û gerîla bimirin. Em gelek zêde giriyan. Hemû kes bi çavê dijminatiyê li me dinêre. Divê ev yek bi dawî bibe. Bila Serok ji nava çar dîwaran derbikeve. Em ji bo aştiyê hatine vê derê. Em îro dibînin ku hîn êrîşê Rojava dikin. Wê demê kanî aştî li ku derê ye? Tê wê wateyê ku aştî tuneye. Em bi çavê wekheviyê li wan dinêrin, lê ew bi çavê dijminatiyê li me dinêrin. Êdî dayik zarokên xwe bila winda neke. Ji bo vê jî aştî pêkan e. Divê dewlet jî êdî gavê bavêje. Dewlet çima gav navêje? Înkara gelê Kurd dixwazin. Bahçelî û Erdogan gotin em aştiyê dixwazin, lê hîn gavek şêvber neavêtine. Gelo di nava vê dewletê de dewletek din heye nizanim. Em benda tiştên xweş in, lê em xemgîn bûn. Ji ber ku gavê navêjin.”
Leman Anik jî ku ji Dîlokê ji bo daxwaza aştiyê bike tevlî meşê bû û got:“Bila zarokên me ji girtîgehan derbixin. Zarokên me serê 40 salan e çûne me dengê wan hîn nebihîstiye. Xwîn hat rijandin, gelek kes hatin kuştin. Em nizanin zarokên me sax in an na. Em naxwazin êdî bigirîn. Em aştiyê dixwazin.”
JINNEWS/AMED