Bi Ocalan re cîhaneke din pêkan e

Pêncşem 15 Sibat 2024 - 01:45

  • Ciwanên Enternasyonalîst ku xwe weke ‘Bi Serok APO re cîhaneke cuda dikare bê avakirin’ pênase dikin, paşeroja xwe di paradîgma û azadiya Rêber Abdullah Ocalan de dibînin.

SERKAN DEMÎREL / ANF / MULHOUSE

Meşa dirêj a enternasyonalîstan ku 11'ê Sibatê li bajarê Basel ê Swîsreyê destpê kir, wê îro li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi dawî bibe. Ji Fransa, Îngîlîstan, Elmanya, Belçîka, Swîsre, Hollanda, Spanya, Îtalya, Katalanya, Welatê Baskê û Şîlî jî di nav de ji 13 welatan nêzî 200 ciwanên enternasyonalîst tevlî meşê dibin. Ciwanên enternasyonalîst ku xwe weke 'Em ji wan kesan e ku dibêjin bi paradîgmaya Ocalan cîhaneke din pêkan e' pênase dikin, li ser wate û girîngiya çalakiya xwe ji ANF'ê re axivîn. Xwendekarê zanîngehê Dereck Croûz ku ji bajarê Bordeaûx ê Fransayê tevlî meşê bû, qala armanca tevlîbûna xwe kir:"Ez li vê derê me, ji ber ku dixwazim Abdullah Ocalan azad bibe. Armanca bingehîn a hatina min a vê derê ew e ku dixwazim têkoşîna azadiyê ya Kurd û îdeolojiya Ocalan a li ser bingeha wekheviya jin û mêr bê bihîstin, piştgiriyê bidin vê îdeolojiyê." Croûz bal bire ser şert û mercên giran ên tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û got:"Ji bo vegotina vê tecrîdê gotin nîne. Tecrîd kiryarek li dijî mirovahiyê ye. Nayê qebûlkirin ku têkiliya mirovekî bi malbata wî re bê qutkirin. Di rewşeke bi vî rengî de divê bê pirsîn; gelo çima Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê heye? Li hemberî vê yekê çawa bêdengî dibe. Ji bo min girîng e ku li hemberî vê bêdengiyê îro tevlî vê meşê dibim. Beriya her tiştî daxwaza min a bingehîn azadiya Ocalan e. Ocalan nûnerê îdeolojiyeke ji nirxên girîng e. Mîna her kesî ji bo karibe fikrê xwe yê siyasî bi rengekî azad bîne ziman, divê azad bibe."

Abdullah Ocalan alternatîf e

Celîa Castîllo ya ji Şîlî ku li Elmanyayê dimîne, destnîşan kir ku armanca wê ya bingehîn a tevlîbûna li meşê paradîgma û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e. Castîllo ku xwe weke 'Ji yên dibêjin ku cîhaneke cuda pêkan e' pênase dike, weke alternatîf bal bire ser paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan û got:"Tevlîbûna li vê meşê gelekî girîng e, ji ber ku derfetên me hene em nîşan bidin ku xwedî alternatîfekê ne.Di nava vê sîstema kapîtalîst, emperyalîst, baviksalariyê de alternatîfeke me heye, ew alternatîf jî ji aliyê Abdullah Ocalan ve tê pêşkêşkirin." Castîllo azadiya xwe di azadiya Ocalan de dibîne û dibêje:"Fikrên Ocalan ên li ser jiyaneke demokratîk, neteweya demokratîk rê nîşanî me dide. Bi dîtina min ev fikir ji bo avakirina civakan li cîhaneke nû, pêşeng e. Girtina Ocalan girtina fikrên wî ye. Lewma divê em ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan bibin yek. Azadiya wî azadiya me ye."

Divê cîhan Ocalan nas bike

Alexandra Sommer a ji bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê tevlî meşê bûye anî ziman ku divê civakên cîhanê fikrên Ocalan ji nêz ve nas bikin û ji bo vê jî divê têkoşîn bê meşandin.

Alexandra Sommer ragihand ku paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan perspektîfên piralî pêşkêşî cîhanê dike û got:"Ocalan berovajî welatên Ewropayê dîrokê ji cihekî cuda dinirxîne. Bi dîtina min nêrîna Ocalan girîng e. Ji bo azadiya Ewropayê, ji bo azadiya jinan pêwîstiya me bi vê paradîgmayê heye. Lewma paradîgmaya Ocalan di serî de ji bo jinên ciwan ji bo tevahiya mirovahiyê girîng e." Alexandra Sommer bi bîr xist ku Ocalan 25 sal in di bin tecrîdê de ye û got:"Ji bo min cihê kêfxweşiyê ye ku ji bo azadiya wî li vê derê tevlî meşê bûme."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.