Rojava hêviya jinên cîhanê ye

Çarşem 6 Adar 2024 - 00:22

NÛJIYAN ADAR / ANF / QAMIŞLO

Viyan ku li Brîtanyayê ji dayik bû û mezin bû, jineke ku koka xwe ji rojhilatê Ewrûpayê ye. Viyan a 29 salî tevlî nava têkoşîna maf û azadiya jinê bû. Têkoşîna azadiyê ya jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandor li fikrê Viyan kir û nêrîneke nû ji bo wê afirand. Viyan di sala 2023'an de hat Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi wesîleya 8'ê Adarê li ser sedema hatina xwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ANF'ê re axivî. Viyan anî ziman ku beriya bê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava rêxistinên femînîst de bû û li ser sedema hatina xwe ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got:"Min ji hevalên xwe gelek tişt li ser Rojava bihîst. Qalê dikirin bê berxwedana li Rojava çiqasî bêhempa ye û bi bandor e. Li ser rastiya li qadê zêde agahiya me tine bû. Me piştgirî dida lê belê bi detayê şoreşê nizanîbûn. Di sala 2023'an de hatim Rojava. Ji ber ku di jiyana min de guhertin çêkir. Min hêza jinê dît. Min bi çavên xwe dît ku jinên ji neteweyên cuda çawa li hev kom bûn û xwe bi rêxistin kirin."

Civakîbûnê bandor li min kir

Viyan ragihand ku bi hatina li qada şoreşê dît ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne tenê li qada leşkerî, her wiha li her qada civakî pêşengiyê dikin û got:"Min dît ku di destê jinê de ne tenê çek heye, li her qada civakê bi rêxistin e. Asta têkiliya wan a bi gel re gelekî xurt e. Pêşengiyê ji avakirina civakeke nû re dikin. Sohbetên wan ên bi gel re xurt bû. Li her devera ku ez diçûm min şahidî ji têkoşîna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re dikir. Perwerdekirina civakê ji bo xwe weke wezîfe û berpirsyariyê dibînin. Tevlîbûna wan a li nava komun û meclîsan gelekî bandor kir." Viyan destnîşan kir ku têkoşîna jinê ya li Rojava ji jinên cîhanê re bûye hêvî û got:"Têkoşîna jinê ya li Rojava ji jinên cîhanê re dibe hêvî. Nîşan dan ku weke jin em dikarin bibin pêşeng, em dikarin xwe birêxistin bikin. Mafên jinan diparêze, rê nîşanî civakê dide, diyar dike ku bêyî azadiya jinê civak nikare azad bibe û bi vî rengî ji bo jinên cîhanê modeleke nû diafirîne. Ji xwe re weke wezîfeyê dibînim ku têkoşîna jinê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hîn xurt bikim."

Rêber APO derî li jinan vekir

Viyan destnîşan kir ku Rêber Abdullah Ocalan rêberê têkoşîna jinê ye û got:"Rêber Apo derî li jinan vekir ku karibin xwe nas bikin, bi rêxistin bikin. Hêz da jinan ku xwe bi pêş ve bibin, veguherînin. Mîsyona pêşengiyê da jin û ciwanan. Weke jineke enternasyonal kêfxweş im ku di nava vê şoreşê de me. Ji ber ku ne tenê weke şoreşeke ji bo Rojava dibînim, weke şoreşeke ji bo tevahiya gelên cîhanê dibînim. Lewma bi hêsanî dikarim bibêjim ku ez endameke vê şoreşê me." Viyan bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ji jinên cîhanê re got:"Divê em ti carî ji koka xwe dûr nekevin. 8'ê Adarê dîroka jinê ye, dîroka rêxistiniya jinê ye. Ez bawer dikim ku em ê têkoşînê bi pêş ve bibin. Ji jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta bi jinên Abya Yala, ji girtiyên siyasî heta bi jinên Ewropayê em ê têkoşînê îsal zêde bikin. Em ê heta dawiyê ji bo azadiya jinên cîhanê têkoşînê dewam bikin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.