Berxwedana Kobanê ez gihandim Ocalan

Duşem 11 Adar 2024 - 00:36

DENIZ BABIR / FREIBURG

Dostê Kurdan ê Elman Armîn van 10 salên dawî ji Elmanan re behsa têkoşîna azadiya Kurdan dike û dibêje bê ka çawa mirrovahî ji destê hovîtiya DAIŞ’ê xilas kirin û ramanên Rêber Abdullah Ocalan vedibêje.

Dostê Kurdan ê Elman Armîn ku ji sala 2014’an û wir ve ramanên Rêber Abdullah Ocalan ji gelê Elman re vedibêje, dibêje,’’Heke em bikaribin paradîgmaya çareseriyê ji gelê Elman re vebêjin wê demê em ê karibin gelê Elman bidin pişt xwe û wiha qadeke jiyanê jî ji paradîgmayê re vekin.’’

Armîn ku li nav Kurdan bi rengê ‘’Armîn ê Freîbûrgî’’ tê naskirin, sala 2014’an dema berxwedana Kobanê Kurdan û têkoşîna wan nas dike. Li vir dibe şahid bê ka Kurd şerê man û nemanê didin û Kurd çawa tenê hatin hiştin. Dema ku behsa wan rojan dike, dibêje, ‘’Dema ku min ev dîtî ez behitî bûm.’’ Piştî vê pêvajoyê zêdetir baa xwe dide sr Kurdan û ramanên Ocalan.

Nedihate qebûlkirin

Armîn wiha behsa tiştên jiyayî yên sala 2014’an dike: ‘’Kir û nedikir min fêhm nedikir bê ka mirovên Kobanê çawa têne hiştin. Jixwe têkiliyên Elman û Kurdan ji alî her kesî ve têne zanîn û bi ti rengî alîkarî nedan mirovên ku li wir li ber xwe didan. Dema ku ez hîn bûm piraniya çekên li wir ji Elmanyayê çûne helwesta min a polîtîk guherî û min bêhtir bala xwe da ser Kurdan û bêhtir têkilî Ocalan lêkolîn kir. Bi vî rengî li paradîgmaya Ocalan hûr bûm.’’

Hêza li pişt berxwedanê

Armîn diyar dike, dema ku ew des bi xwendina Ocalan dike fikrên Ocalan zêde tesîrê li ser dikin û didomîne: ‘’Ez pir kêfxweş bûm û min dît ku tezeke nû, nerîneke nû heye. Li vir a ku şer dikir ne tenê civakek bû, şerê raman, tezeke nû li dijî hêzên zorker hebû. Min dît bê ka li pişt vê berxwedanê çi hêz heye. Ev hêz ji baweriyeke wiha dihat, li nav wan mirovên wir hêviyekê zîl dabû. Ne hêsan bû ku mirov şerê dijî rêxistineke mîna DAIŞ’ê bikira. Bi jin û mêran di vî şerî de xwe kirin sîper. Piştî vê min bêhtir hewceyî pê dît ku bala xwe bidim ser ramanên Ocalan.’’

Koma xwendinê ava dike

Armîn bi domdarî dibêje armanca wî ew e ku fikrên Rêber Ocalan ji Elmanan re vebêje, dawiyê biryarê dide û bi hevalên xwe yên Elman re komekê datîne û bi vê komê re li Freîbûrgê dest bi xwendina paradîgmaya Ocalan dikin û piştre jî li ber xwe datînin ku paradîgmayê ji girseyeke berfireh re vebêjin.

Paradîgmaya Ocalan rasteqîn e

Dostê Kurdan Armîn destnîşan dike ku herî pir Konfederalîzma Demokratîk, Jineolojî û jiyana li ser komunê ya Ocalan tesîr liş ser wî kiriye û dibêje, ‘’Ez li devereke ku dused kes lê ne dijîm û hewl Didim ku vê pergala komunê deynim. Hinekî zorê dike lê ji bo vê dixebitim. Ez ji wna re jiyana konfederal dikim, fik û rihê komunê bidim wan.’’

Armîn her wiha dibêje,’’Paradîgmaya Ocalan rast e û rasteqîn e. Ji bo me, ji bo gelan pir hêja y. Heke me bikariya paradîgmaya Ocalan li Elmanyayê rasterast bi cih bianiya me yê hemû problemên xwe çareser bikira.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.