600 gund li ber çolbûnê ne
Çarşem 27 Nîsan 2022 - 22:12
- CPT: Heta niha 148 gund ji ber êrişên dewleta Tirk vala bûne, ji sala 2007’an ve nêzî 600 gundî di bin metirsiya çolbûnê de ne. Gelek gund hê vala nebûne, lê malbat jê derketine û metirsiya çolbûnê heye.
IDRÎS KARA
Nûnerê Rêxistina Christian Peacemaker Teams (Tîmên Avakirina Aştiyê yên Xiristiyan) li Kurdistan û Iraqê, Kameran Osman ji rojnameya me re peyivî û behsa bandora êrişên dewleta Tirk li ser xelkê sivîl, bikaranîna çekên kîmyewî a li hemberî sivîlan, heta niha çend sivîl hatine şehîdkirin û birîndar bûne, çend gund vale bûne û metirsiya êrişan, kir.
Kameran Osman destpêkê behsa êrişa dawî ya dewleta Tirk a dagirker ya li dijî Başûrê Kurdistanê kir û da zanîn ku heta niha Artêşa Tirk ji milê Şêladizê ve 19 kêlometreyan ketiye nav xaka Başûrê Kurdistanê.
Dixwaze 5 baregehên nû ava bike
Kameran Osman behsa ziyanên êrişa dawî ya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê kir û got; “Di encama êrişa dawî ya dewleta Tirk de, li Herêma Berwarî 11 xaniyên welatiyên sivîl xira bûne.”
Kameran Osman bal bire ser armanca dewleta Tirk ya ji êrişa dawî û got, “Dewleta Tirk dixwaze li Herêma Zê (Zap), Avaşîn û Kurêjahroyê 5 baregehên nû ava bike. Lê heta niha nekariye li van herêman baregehekê ava bike. Bi taybetî li Kurêjahro şerekî pirr dijwar diqewime.”
Dibe ku 600 gundên din çol bibin
Kameran Osman hejmara kesên heta niha di encama êrişên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane, birînardar bûne, çend gund hatine valakirin, çend gund metirsiya valabûnê li ser heye jî wiha eşkere kir; “Heta niha 148 gund ji ber êrişên dewleta Tirk vala bûne, ji sala 2007’an ve nêzî 600 gundî di bin metirsiya çolbûnê de ne. Gelek gund hê vala nebûne, lê malbat jê derketine û metirsiya çolbûnê heye.
109 welatî kuştin
Ji Tebaxa 2015’an heya niha 109 welatiyên sivîl di encama êrişên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dane. 130 welatiyên sivîl birîndar bûne.”
3 birîndarên êrişa kîmyewî ya par
Di 4’ê Îlona 2021’ê de dewleta Tirk a dagirker bi balefiran derdora gundê Hirûrê bi çekên kimyewî bombebaran kiribû. Di encama êrişa balafiran a derdora gundê Hirûrê de, ji heman malbatê 3 kes birîndar bûbûn.
Li gorî HPG’ê ji 23’yê Nîsana 2021’ê heta 20’ê Mijdara 2021’ê dewleta Tirk a dagirker 323 caran çekên kîmyewî bi kar anîn û ji ber van êrişan 38 gerîla şehîd bûn. Li herêma Behdînanê jî ji ber çekên kîmyewî sivîl birîndar bûn.
Nûneriya CPT ya Başûrê Kurdistanê û Iraqê 20’ê Mijdara 2021’ê çûbû serdana malbata ku di encama êrişa dewleta Tirk a bi çekên kimyewî de li gundê Hirûrê 3 nefsên wê birîndar bûbûn. CPT’yê wê demê ragihand ku jina bi navê Hedye Mistefa ketiye ser cihan û nikare rabe ser xwe.
Gumana bikaranîna çekên kîmyewî!
Derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de Kameran Osman ji me re got; “Heya niha ti belge li ber destê me nînin, lê li gundê Hirurê ji malbata Hacî Ebdulla 3 kes birîndar bûbûn. Em guman dikin ku li wir çekên kîmyewî hatibin bikaranîn. Lê ji ber ku li Kurdistanê ti amureke lêkolînê nîne, nehatiye belgekirin.
Dema ku doktoran xwest, ji bo wan birîndaran çareseriyekê bibînin yan jî lêkolîn bikin, destwerdan wan. Yanî doktor hatin astengkirin. Ji bo wê jî guman heye çekên kîmyewî hatibin bikaranîn.” Lê Kameran Osman neda zanîn ka rayedarên Hikumeta Hewlêrê yan aliyekî din doktor asteng kirine.
CPT hewl dide zextê li Hewlêr û Bexdayê bike
Li ser hewldanên Rêxistina CPT yên ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker jî Kameran Osman got, ew bi parlamena Herêma Kurdistan û Iraqê re axivîne: “Hêceta Hikûmeta Herêmê Kurdistanê ew e ku dibêje, berpirsê sînoran Hikûmeta Iraqê ye. Iraq jî bi heman awayî dibêje, berpirsê wan herêman Hikûmeta Herêmê ye. Lê tiştek diyar e, operasyon ne tenê li dijî PKK’ê ye, operasyon li ser xelkê sivîl e, ji ber ku xelkê sivîl tên kuştin, birîndar dibin û tê koçberkirin. Li derveyî welat jî hewldanên me dewam dikin. Em bi Yekîtiya Ewrûpayê re li ser mijarê axivîn, herwiha me derbarê êrişan de jî gelek semîner dan. Em ê hewl bidin bi konsolxaneyên li Kurdistan û Iraqê re jî li ser mijarê biaxivîn da ku ji bo rawestandina êrişên Tirkiyeyê zextê li Hikûmeta Herêmê bikin. Hewldanên me yên ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk wê dewam bikin.”
Jîngehê talan dikin
Êrişên dewleta Tirk a dagirker bi xwe re talana xwezayê jî tîne, Osman herî dawî derbarê karesata êrişan ya li ser jîngehê de jî got; “Ji sala 2017’an ve milyonek û 800 hezar donim zevî hatiye şewitandin. Bi hezaran ajalên xelkê sivîl telef bûne. Heger êriş dewam bikin, wê karesateke mezintir çêbe. Xelk wê werin kuştin, dev ji axa xwe berdin û koçî welatên Ewrûpayê bikin.”
Tîmên avakirina aştiyê kî ne?
Christian Peacemaker Teams (Tîmên Avakirina Aştiyê yên Xiristiyan - CPT) rêxistineke navneteweyî ya kêmkirina şidetê û misogerkirina mafên mirovan e. Navenda wê li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ye.
Ji sala 2006-an ve CPT li Herêma Kurdistanê raporan amade dike li ser binpêkirinên mafan û sûcên li dijî cotyar û şivanên Kurd, çalakvanên civaka sivîl û rêxistinên din. Beşeke mezin a xebatên wê lêkolîn û raporkirina êrişên dewleta Tirk û ya Îranê ne. Her wiha binpêkirinên mafên welatiyan bi destê hikûmeta Hewlêrê jî rapor dike.