Serlêdana ad hoc ‘Xweser’

Çarşem 21 Tebax 2024 - 03:15

  • Buroya Hiqûqê ya Sedsalê careke din serî li CPT da û bal bire ser prosedura li Azerbaycanê bi cih anî, lê li Îmraliyê bi cih nayne. Parêzeran daxwaza serdana ad hoc (xweser) kirin.

Têkildarî rewşa Rêber Abdullah Ocalan ku 41 meh in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin, Buroya Hiqûqê ya Sedsalê careke din serî li Komîteya Pêşîgirtin li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) da. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) di serlêdanê de hate ragihandin ku di navbera mehên Gulan û Tîrmehê yên 2024'an de 24 caran serlêdana parêzeran, 12 serlêdana malbatê hate kirin, lê belê serlêdan hemû bêbersiv hatin hiştin. Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku di vê pêvajoyê de tu name negihîştine parêzeran û aqûbeta 4 nameyên ji Îmraliyê re hatine şandin jî ne diyar e û derbarê mafê telefonê de jî tu pêşketin çênebûne. Hate diyarkirin ku ji 14’ê Îlona 2018’an û vir ve serlêdanên ji bo hevdîtina malbat û parêzeran bi hinceta “cezayên disiplînê” herî kêm 23 caran hatine astengkirin. Di raporê de hat bibîrxistin ku di 4'ê tîrmehê de beriya ku "cezayê disiplînê" yê dawî ya 12'ê nîsana 2024'an bi dawî bibe di 4'ê Tîrmehê de "cezayê disiplînê" yê nû ji bo 3 mehan hat dayîn û hat destnîşankirin ku pêvajoya navborî ji parêzeran bi dizî hatiye kirin û bi awayek li dijî qanûnê hatiye teqezkirin. Di 3’yê Gulana 2024’an de ji aliyê Dadgeha Înfazê ya Bûrsayê ve biryara qedexekirinê ya nû hatiye dayîn. Ev biryara qedexeyê jî di 14’ê Gulanê de bi awayek li dijî qanûnê hatiye teqezkirin.

Biryarên NY bên bicîh anîn

Di serlêdanê de hat diyarkirin ku di nav 3 mehên navborî de li Behra Marmarayê 3 erdhejên cuda rû dane, lê ji ber qedexeyên hevdîtina parêzer û malbatan bêbersiv mane fikarên raya giştî ya der barê Îmraliyê de zêde bûne. Her wiha di serlêdanê de hate diyarkirin ku grevên birçîbûnê ya di 27’ê Mijdara 2023’yan de bi daxwaza “Azadî ji Abdullah Ocalan re, ji Pirsgirêka Kurd e Çareseriya Demokratîk” li girtîgehan hatibûn destpêkirin ji ber ku daxwaza girtiyan bêbersiv hat hiştin, çalakî di 4’ê Tîrmeha 2024’an hat bidawî kirin. Hat gotin ku bêbersiv hiştina serlêdan û daxwaza girtiyan rê li ber zerarên ku vegera wê tine ye tê vekirin. Di berdewamiya serlêdanê de hat gotin ku hewldanên saziyên neteweyî û navneteweyî yên di nava 3 mehan de li dijî berdewamiya agahî negirtina ji Îmraliyê jî bêbersiv mane û hat gotin ev yek rewşa xemsariya ji bo Îmraliyê nîşan dide. Di serlêdanê de biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) yên derbarê tecrîdê de jî hatin bibîrxistin.

Biryara Azerbaycanê

Di serlêdanê de wezîfeyên CPT’yê yên tespît û pêşîlêgirtinê-tevdîrê jî hatin bibîrxistin û wiha hat gotin:“Ev ji 40 mehî zêdetir e ji birêz Ocalan û girtiyên cem wî agahî nayê girtin. Têkiliya wan bi malbat, parêzer û cîhanê re hatiye qutkirin. Bi taybetî prosedura ku di xala 10/2’yan a Komîteya we de cih digire nayê bicihanîn. Lê prosedur ji bo Azerbaycanê hatiye bicihanîn. Ji ber ku rapora we ya 2022’yan nayê eşkerekirin, rejîma êşkenceya sîstematîk a li Îmraliyê didome.” Bang li CPT hate kirin ku li dijî şert û mercên awarte yên li Îmraliyê dest ji helwesta xwe ya pêvajoyên asayî berde û pêvajoyên têkildarî şert û mercên miameleya xerab û rewşa "nepeywendiyê (incommunicado)" ji holê rake.

Daxwazên serlêdanê

Parêzeran di serlêdanê de ev daxwaz kirin: 
* Ji ber ku şert û mercên heyî yên li Îmraliyê ji serdana we ya dawî ya 22'yê Îlona 2022'yan û vir ve di nava nezelaliyê de dewam dikin û her ku diçe tundtir dibin û di nava 2 salan de şert û merc gihiştine asteke nû, bi awayekî ad hoc (xweser) divê bi lezgîn serdana Girtîgeha Îmraliyê bê kirin.

* Ji bo ku şert û mercên niha yên serlêderan li gorî bi rûmeta mirovî re hevaheng bin, ji bo pêkanîna hemû mafên ragihandinê yên ku wê peywendiyên wan bi cîhana derve re misoger bike û biparêze, nemaze serdanên parêzer û malbatê, bi cih bîne û bi dawî anîna qedexeyên sîstematîk ên neqanûnî, divê hemû hewldanên pêwîst bên kirin.

* Ji bo pêşîlêgirtina êşkence, miameleya dermirovî û jiholêrakirina rewşa incommunicadoyê, divê tevdîrên pêwîst bên girtin û em dixwazin prosedurên di xala 10/2’yemîn a Peymanê de hatiye destnîşankirin bikevin meriyetê.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.