Roja kongreyê 94 êriş

Sêşem 27 Gulan 2025 - 03:40

Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk" a Rêber APO, PKK'ê jî agirbest îlan kir. PKK'ê ku di 5-7'ê Gulanê de kongreya xwe li dar xist, di 12’ê Gulanê de jî ji raya giştî re ragihand ku hemû xebatên xwe bi dawî kirine. Piştî biryara kongreya PKK'ê, êrişên Tirkiyeyê yên li ser Herêma Kurdistanê dewam kirin. Êrişên li ser herêmê hê jî didomin. Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê  (CPT) ragihand ku Tirkiyeyê di meha Nîsanê de 210 bombebaran û cureyên din ên êrişan pêk anîne ku 92 ji wan li ser bajarê Dihokê ne. Di rapora hatiye amadekirin de hat diyarkirin ku êriş li gorî meha Adarê ji sedî 78 zêde bûne. Êrişên li ser herêmê bênavber berdewam dikin. Kameran Osman êrişên Tirkiyeyê nirxand. Osman, anî ziman ku roja ku PKK’ê kongreya xwe li dar xistî jî êriş berdewam kirine û got:“Di sê rojên kongreya 12 emîn a PKK’ê di rojê 5, 6 û 7'ê Gulanê de dewleta Tirk bi balafirên şer û çekên giran 61 caran Çiyayê Garê yê li sînorê navçeya Amêdiyê ya girêdayi bajarê Dihokê êriş kir. Di roja ragihandina Kongreya 12’emîn a PKK’ê ango di roja 12 Gulanê de dewleta Tirk li başûrê Kurdistanê 94 eriş pek anî. Piştî kongreyê heta niha nêziki 200 eriş li ser herêma Kurdistanê pêk hatine û zêdetirî êriş û bombebaranan li sinorê navçeya Amêdiyê li Çiyayê Gare û Metînayê pêk hatine. Ango hemû êriş li sînorê Dihokê pek hatin.”

Êriş xizmeta pêvajoyê nakin 

Osman, anî ziman ku pêvajoya hatiye destpêkirin ji bo ku weke “pêvajoya aştiyê” bê binavkirin divê Tirkiye êriş û operasyonên xwe yên li ser herêmê bide sekinandin û got:’’Niha zemîna pêvajoya aştiyê hatiye avakirin. Partiya Karkerên Kurdistanê ji bo avakirina vê zemînê xwe fesix kir. Hemû çalakiyên partiyê rawestandiye. Divê dewleta Tirk jî bi awayek pratîkî bersivê bide vê zemîna aştiyê. Divê hemû êrişên xwe yên li herêma Kurdistanê rawestîne. Pêwiste dewleta Tirk dawî li helwesta xweya dibêje ‘ez ê dawî li terorê bînim’ bîne. Ji ber ku navê vê pêvajoyê, pêvajoya aştiyê ye, navê pêvajoyê ne pêvajoya dawîanîna terorê ye. Ew ziman xizmeta pêvajoya aştiyê nake.”

Me hemû êriş qeyd kirine 

Kameran Osman, bal kişand li ser rol û mîsyona hêzên navnetewî jî û got:”Ji bo ev pêvajoya aştiyê bigehe serkeftinê divê qada navnetewî di navbera PKK'ê û dewleta Tirk de navbeynkariyê bike.” Osman, da zanîn ku wan êrişên Tirkiyeyê yê li ser herêmê kirine rapor û pêşkeşî welatên navneteweyî kirine û got:“Em weke tîma CPT’yê ya li başûrê Kurdistanê têkildarî êriş û binpêkirinên mafan em zanyarî û bîlançoyê bi dewletên navnetewî re parve dikin. Divê hem dewleta Tirk gavên pratîkî biavêje hem jî PKK li ser gotina xwe be û hemû çalakiyên xwe rawestîne. Ji bo pêvajoya aştiyê were bi cih anîn. Me weke CPT hemû binpêkirinên mafan qeyd kirine û belav kirine.”

MA/ZEYNEP DURGUT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.