Tavilê serlêdanê bikin
În 13 Kanûn 2024 - 03:15
- Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li hemberî tecrîda li Îmraliyê serlêdaneke din li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) kir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, di serlêdanê de ji bo Rêber Apo û 3 girtiyan işaret bi bûyer û daxwazên mehên Tebax, Îlon, Cotmeh û Mijdarê hate kirin. Di serlêdanê de hate ragihandin ku di nava 4 mehan de 34 caran parêzeran, 18 caran malbatan serlêdana hevdîtinê kirin, lê belê bêbersiv hate hiştin. Di serlêdanê de hate gotin, di navbera 25'ê Adara 2021 û 23'ê Cotmehê de ji girtiyên li Îmraliyê ti agahî nehate wergirtin û 23'ê Cotmehê Omer Ocalan di çarçoveya hevdîtina malbatê de çû Îmraliyê û hate gotin:"Ji 23'ê Cotmeha 2024'an û vir ve destûr ji ti hevdîtina li Girtîgeha Girava Îmraliyê re nehatiye dayin."
Divê CPT hesas tevbigere
Di serlêdanê de işaret bi biryara 'binpêkirinê' hate kirin ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) têkildarî Rêber Apo di 18'ê Adara 2014'an de dabû û hate bibîrxistin ku 10 sal di ser biryarê re derbas bûye lê belê Tirkiyeyê hîn gav neavêtiye. Di serlêdanê de her wiha hate bibîrxistin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di Îlonê de cara duyemîn biryara 'binpêkirinê' xist rojeva xwe û hate gotin:"Komîteyê, têkildarî mafê hêviyê eger hikumeta heta Îlona 2025'an gaveke şênber neavêje ferman da sekreteryayê ku pêşnûmeya biryareke navberê amade bike. Di vê astê de nediyar e ku Tirkiye li gorî hiqûqa navneteweyî gavên guncaw di vê mijarê de biavêje yan na." Di serlêdanê de hate bibîrxistin ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî ji aliyê DMME'yê ve weke 'êşkenceyê' hatiye pênasekirin û hate destnîşankirin ku CPT di mijara Girtîgeha Îmraliyê de divê bi rengekî 'hesas' tevbigere. Di serlêdanê de hate ragihandin ku li Girtîgeha Îmraliyê ji berê heta niha gaveke ber bi başiyê ve nehatiye avêtin û hate gotin, CPT rapora xwe ya sala 2022'an eşkere nekiriye ku ev yek jî bûye sedem ku rewşa 'êşkenceyê' dewam bike. Di serlêdanê de ev daxwaz hatin kirin:
"Şert û mercên heyî yên li Îmraliyê ji serdana we ya dawî ya 22'ê Îlona 2022'an û vir ve di rewşeke ne diyar de ye û her roj hîn giran dibe. Di nava demeke ji 2 salan de şert û merc derbasî asteke nû bûye. Lewma em dixwazin ku hûn serdana Girtîgeha Îmraliyê (ad-hoc) bikin.
Ji bo şert û mercên ragirtinê yên serlêdêran li gorî rûmeta mirovahiyê bin, di serî de serdanên parêzer û malbatê têkiliya wan bi cîhana derve re bê danîn, mafê wan ê agahî wergirtinê bi cih bê anîn, dawî li cezayên dîsîplînê û qedexeya hevdîtian bi parêzeran re bê anîn, bikevin nava hemû hewldanên pêwîst.
Em ji we dixwazin ku ji bo bidawîkirina êşkence, şert û mercên kiryarên xerab û li derveyî mirovahiyê ji holê bêne rakirin tedbîr bêne wergirtin, lewma prosedura xala 10/2 a Peymanê bê destpêkirin û ragihandin, eger serdana parêzeran û malbatê di demeke kurt de neyê kirin di serî de tespîtên serdana 22'ê Îlona 2022'an hemû çavdêriyên giştî yên beriya niha têkildarî rejîma tecrîdê ya awarte ya Îmraliyê hatine kirin bi raya giştî re bêne parvekirin û rapora serdanê ya 22'ê Îlona 2022'an di çarçoveya prosedurê de bê eşkerekirin."
NAVENDA NÛÇEYAN