Rapora Îmraliyê ya 4 mehan

Şemî 29 Adar 2025 - 03:30

Di rapora 4 mehan a Buroya Hiqûqê ya Asrinê de hat ragihandin ku 52 serlêdanên malbat û parêzeran ên ji bo Abdullah Ocalan û 3 girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê bêbersiv hatine hiştin. Di serlêdana ku li CPT'yê hate kirin de hate xwestin ku 'demildest' serdana girtîgehê bê kirin.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê der barê binpêkirinên mafan ên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tên ragirtin de rapora 4 mehan amade kir. Di raporê de Kanûna 2024'an, Çile, Sibat û Adara 2025'an cih digirin. Bi raporê re serlêdaneke nû li Komîteya Pêşîgirtina li îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) hate kirin ku gelek binpêkirin tê de hene.

Di serlêdanê de hat gotin ku di 4 mehan de 35 serlêdanên parêzer û 17 serlêdanên malbat û vasî  li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê hatine kirin. Hat ragihandin ku 52 serlêdan bêbersiv hatine hiştin. Hat destnîşan kirin ku  Abdullah Ocalan di nava 14 salan de tenê 5 caran parêzerên xwe dîtiye û herî dawî jî 7 'ê Tebaxa 2019'an de bi parêzerên xwe re hevdîtin kiriye. 

Hat ragihandin ku bi hinceta 'cezayên dîsîplînê' yên ji Îlona 2018'an û vir ve her 3 mehan carekê tên nûkirin, pêşî li hevdîtinan hatiye girtin.

Di serlêdanê de hat ragihandin ku 'cezayê dîsîplînê' ya beriya niha ya 3 mehan di 5'ê Mijdara 2024'an de bi dawî bûye û di 5'ê Sibatê de qediyaye. Piştre di 12 'ê Sibatê de 'cezayê dîsîplînê' ya nû hatiye birîn û ev ‘ceza’ di 6'ê Adarê de bi dawî bûye. 

Hat bibîrxistin ku Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd de di 28’ê Kanûna 2024’an, di 22’yê Çileya 2025’an û di 27’ê Sibata 2025’an de 3 caran çûye serdana Îmraliyê. Hat diyarkirin ku ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Faîk Erol di hevdîtina 3’yemîn de cih girtiye û Abdullah Ocalan tevî şandeyê “Bana Aştî û Civaka Demokratîk” kiriye. 

Hat destnîşankirin ku CPT herî dawî di 2022’yan de çûye Îmraliyê lê heta niha jî rapora xwe ya têkildarî serdanê aşkera nekiriye. Di serlêdanê de ev daxwaz hatin rêzkirin: 

*Em dixwazin ku hûn hûn tavilê û bi taybet biçin serdana Girtîgeha Îmraliyê. 

 * Ji bo ku serlêder di nava şert û mercên li gorî rûmeta mirovahiyê de bên ragirtin, ji bo bikarin bi parêzer, malbat û cîhana derve re pêwendiyan deynin, ji bo tevahiya mafên wan ên ragihandin-agahîgirtinê bên cîbicîkirin, ji bo bidawîkirina cezayên disiplînê û biryarên qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku bi awayekî sîstematîk tên dayin bên bidawîkrin, em dixwazin hûn tevahiya hewldanên pêwîst bikin. 

 * Em dixwazin tevdîrên zorê yên ku şert û mercên îşkence û miameleya dermirovî û xerab ji holê radikin bên girtin. Û di vê çarçoveyê de jî prosedura di Xala 10/2. A Peymanê de hatiye destnîşankirin bê destpêkirin û were ragihandin."

MA/STENBOL 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.