33 salan de 196 zarok

Duşem 16 Îlon 2024 - 01:35

Di sala 1989’an de Neteweyên Yekbûyî (NY) 20’ê Mijdarê weke Roja Cîhanî ya Mafê Zarokan qebûl kir. Bi giştî li seranserê cîhanê 191 welatan ku dewleta Tirk jî di nav de ye, peyman ji bo parastina mafê zarokane îmzekirin. Li gorî xal û peymanê, mafê hemû zarokan yê perwerde, tenduristî û parastinê heye, ew welatên îmzekirine jî divê li gorî peymanê tevbigerin. Tevî peymanê, dewleta Tirk bi awayek hovane agir berdide zarokan, guh nade ti peymanên ji bo parastina mafê zarokan hatine îmzekirin. Li gorî daneyên Tîma Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Emerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT), ji sala 1991’an heya niha, dewleta Tirk 81 zarok qetil kiriye û 115 jî birîndar kirine. Tevî êrişên berbiçav ên dewleta Tirk ên li ser zarokan, lê heya niha jî rêxistinên taybet girêdayî zarokan, çi li Iraqê yan jî li ser asta navnetewî be, dijî suc û êrişên dewleta Tirk dengê xwe dernexistine.

Ajansa Rojnêwsê xwest em li ser mijarê bi Desteya Mafê Mirovan ya li Herêma Kurdistanê re biaxive û çend pirsan ji wan bikin. Di bersiva xwe de bi tenê gotin:“Em şermezar dikin, sînorek ji bo me hatiye diyarkirin û em derveyî wê nikarin ti karek din bikin.” Ji xwe li ber çavê Hikumeta Iraq û ya Herêma Kurdistanê, zarok tên qetilkirin, lê ti helwestek nîşan nadin û xwedî li zarokan dernakevin. Berovajî vê bihevre destê xwe dixin destê dijminan û ji bo komkujiyan dibin alîkarê dijmin.

ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.