CPT name şûn de vegerandin
Çarşem 27 Mijdar 2024 - 02:40
Di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Demokratîk" de, ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve kampanya "Tîrêjên Rojê" hatibû destpêkirin. Kampanya ku ji bo saziyan bi şandina nameyan dest pê kir, bi konferans, çalakî, panel, rêxistinbûnê didome.
Şukran Ark a xebatên TJK-E’yê dimeşîne, xebatên Tevgera Jinan a Kurd ya Ewropayê vegot. Şukran Ark diyar kir ku tevgera jinan kampanya meşandiye û girîngiya pêngavê mezine û wiha got:“Ji bo em neteweya demokratîk bi hev re jiyanî bikin rol û berpirsyariyên me hene. Ji ber vê jî tecrîda li ser serokatiyê tê meşandin. Divê jin xwe li dijî navenda tecrîdê rêxistin bikin.” Şukran Ark destnîşan kir ku çarçoveya kampanyayê de tax bi tax mal bi mal geriyan e û got:“Kampanya ‘Tîrêjên Rojê’, dirûşmeya ‘paradîgma serokatiyê her derê tarî ronî dike’ ye. Wê ronahiya serokatiyê her derê ronî bike. Me bi vê xebatên xwe meşand û her malbat her jin hedef kir ku rêxistin bikin.” Şukran Ark her wiha bal bire ser rol û mîsyona saziyan û diyar kir ku divê dest ji helwesta polîtîk berdin û vegerin ser rol û mîsyona xwe û got:“Ji ber vê me kampanyayek nameyan da destpêkirin. Me ji wan re wiha got;Tecrîda li ser serokatiyê bi tu awayî ji jin, civak û gelan serbixwe nîne. Ji ber vê jî ji bo bidawîbûna tecrîdê, ji bo serokatî bi gelan re bê gel hev divê hûn erka xwe bicîh bînin. Piştre daxuyaniyên CPT hebûn. Bi van daxuyaniyan hinek rol guherîn. CPT bi salan got ji bo eşkerekirina rapor û kontrolkirinê divê destûra welatan hebe. Lê Konseya Ewropayê û saziyên din CPT destnîşan kirin. Yan jî tenê rewşeke ku CPT dikare rol bilîze mijara gotibûnê bû.”
Ne salek yekser azadî!
Şukran Ark diyar kir ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê pêvajoya me derbaskir de ji bo mafê hêviyê salek dem da Tirkiyeyê û got:“Me jinên Kurd got em salekê qebûl nakin. Me got em azadiya serokatiyê hema dixwazin. Di vê pêvajoyê de li diji polîtîkaya tunekirinê û tasfiyeyê xebatên me hene. Em ê li hemû deriyan bixin. Tirk, Kurd, Ereb, Çerkez, Fransî, Almanî ferq nake. Em ê bêjin ne salek hema niha. Li dijî hemû êrîşan çavkanî berxwedana bi heybet a Îmraliyê ye.”
Şukran di Ark dawiya axaftina xwe de bal bire ser wê yekê ku nameyên wan şandine û CPT li wan vegerandine û got:’’Bêguman me ji nameyên şandin bersivek pozîtîf negirt. Nameyên me bê hincet hatin vegerandin. Nameyên ji CPT re hatin şandin nameyên cemawerî bûn. Vegerandin jî tê vê wateyê, ‘Bersiva pirsa we li gel me tune ye, em we muxatab nagirin, nas nakin’. Lê mijar ne bersiva em ji wan bigirin, xebata bi israr e. CPT nameyan bişîne jî em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
JINNEWS/MELEK AVCI