6 dagirker hatin kuştin

Çarşem 11 Gulan 2022 - 22:30

  • Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li Kanî Masî û Bamernê xist. Di çalakiyê de tankek hate îmhakirin.

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li baregehên dewleta Tirk a dagirker ên li Kanî Masî û Bamernê xist. Di çalakiyê de tankek hate îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrişên dagirker ên vê dawiyê got, çalakiyên gerîlayan li dijî artêşa Tirk a dagirker didomin. Artêşa Tirk a dagirker rêbazên şerê qirêj hemûyan bi kar tîne, li hemberî çeperên şer ên Qada Berxwedanê çekên kîmyewî bi kar tîne, lê dîsa jî li hemberî gerîlayên Kurdistanê bi ser nakeve.

HPG´ê da zanîn ku di çalakiyan de 6 dagirker hatine kuştin, 2 dagirker birîndar bûne û tankek jî hatiye îmhakirin.

HPG´ê wiha kite bi kite behsa çalakiyan kir:

Li herêma Avaşînê

Di 10’ê Gulanê de saet di 16:20’an de dagirkeran hewl da li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê bi cih bibin. Hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran da û di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin kuştin û 2 dagirker jî birîndar bûn. Dagirkeran piştî çalakiyê dever bi balefirên şer bomberdûman kir û êvarê jî bi helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji deverê derxistine.

Di 10’ê Gulanê saet di 13.10 û 18.00’an de jî hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran bi îsabet li dagirkerên dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê da.

Li herêma Zê (Zapê)

Di 9 û 10’ê Gulanê de hêzên me bi çekên giran serketî li dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Kurêjahro da. 

Di 10’ê Gulanê saet di 15.30 û 20.30’an de hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Şehîd Şemdîn ê Qada Berxwedanê ya Kurêjahro da. Di vê çalakiyê de bi îsabet li çeperên dijmin hate xistin.

Di 10’ê Gulanê saet di 13.00’an de dagirkeran hewl da darên li dora çeperên şer ên Girê Şehîd Cûdî yê Qada Berxwedanê ya Karkerê bibirrin.

Hêzên me li dagirkeran da û dagirkerek hate kuştin.

Di 10’ê Gulanê de bi şev dema ku helîkopterên şer xwestin Qadên Berxwedanê yên Kurêjahro û Girê Rûbar bidin, hêzên me li helîkopteran da.

Ji ber mudaxeleya xurt a hêzên me helîkopter ji qadê dûr ketin.

Di 10’ê Gulanê de saet di 12.00’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li dora çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Şahîn da.

Di encama lêdana xurt a hêzên me de dagirker qedemeyekê vekişiyan.

Di 10’ê Gulanê de saet di navbera 12.00 û 21.00’an de çeperên şer ên Girê Şehîd Berxwedan a Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn bi çekên kîmyewî hat bomberdûmankirin.

Li herêma Metînayê

10’ê Gulanê saet 14:55’an qereqola Kanî Masî ya artêşa Tirk a dagirker a li navçeya Amediyê ya Dihokê bû hedef û bi çekên giran ji aliyê hêzên me ve hate derbkirin.

10’ê Gulanê saet 16:00’an hêzên me li baregeha artêşa Tirk a dagirker ya li herêma Bamernê ya li Başûrê Kurdistanê xist. Di encama lêdana bi bandor a hêzên me de tankeke li qada baregehê hate rûxandin û 3 dagirker jî hatin kuştin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.