537 kes hatine kuştin

Pêncşem 6 Nîsan 2023 - 00:22

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 200 roj li pey xwe hiştin. Li gorî rêxistinên mafên mirovan heya niha 537 kes ji aliye hêzên Îranê ve hatine qetilkirin.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHR) di nava 200 rojan de herî kêm 537 kes ji aliyê hêzên dewletê ve hatine qetilkirin.

4 xwepêşander jî hatin darvekirin. Di heman heyamê de 180 jê bi sûcê tiryakê 309 kes hatin darvekirin. ÎHR’ê bertek nîşan da ku “Komara Îranê cezayê îdamê wekî alaveke tirsandinê bi kar tîne” da zanîn ku civaka navneteweyî bertekê nîşanî van darvekirinan nade.

Di meha Îlonê de 223 kes hatibûn qetilkirin. Di Cotmehê de 100, di Mijdarê de 173 kes hatin qetilkirin. Di meha Kanûnê de hat diyarkirin ku 25 kes hatine qetilkirin.

Di navbera 17-30’ê Îlonê de 5 kes, di Cotmehê de 30, di Mijdarê de 57 û di Kanûnê de 72 kes hatin darvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.