40 aşên li ser rêyekê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 18 Tîrmeh 2024 - 00:44

BAZÎD EVREN / MA / WAN

Navçeya Payîzava ya Wanê yek ji jîngehên xwedî dîrokeke kevnare ye. Li navçeyê gelek berhemên çandinî û jiyanî hene ku xwe dispêrin serdemên berê. Aşên avê jî yek ji wan berheman e. Herêma Serhedê, Beriya Zayînê (B.Z.) di navbera sedsalên 900 û 600’an de malavaniya Keyaniya Ûrartûyan dikir û vê şaristaniyê li pey xwe gelek berhem hiştin. Ûrartûyî, bi pisporiya xwe ya di çandiniyê de dihatin naskirin û berhemên wan ên di vê qadê de, xwe gihandine heta roja me. Her çend ku dîroka aşên avê yên li navçeya Payîzavayê baş neyên zanîn jî, li gorî xelkê bajar xwe digihînin serdema Ûrartûyan. 

Li gundê Xarûnika yê navçeya Payîzavayê herêmek heye ku jê re dibêjin “Herêma Çilaşanê.” Li Çilaşanê 40 aşên avê yên li ser rêyekê û di heman rêzê de hene. Ava van aşan ji kaniyên “Serekaniyê” tên peydakirin ku ji Çiyayê Başetê tê. Ava 40 aşan bi rêya “Coyîka Şamîranê” ya 3 hezar sal berê ji hêla qralê Ûrartûyan Menûa ve hatiye çêkirin tê peydakirin. Tê gotin ava ji bo 40 aşan ku ji heman çavkaniyê tê, piştî ji aşan derbas dibe her milek serbixwe diçe û qet tevî hev nabin. Şêniyên herêmê dan zanîn ku ji aşên behsa xeberê 27 jê heta 40-50 sal berê jî hêj dihatin xebitandin. Lê niha ji van 40 aşan tenê yek li ser pêyan maye û ew jî êdî weke berê nayê bikaranîn. Coyîka Şamîranê di salên 1950’an de ji hêla Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) ve hat restorkirin û di restorasyonê de beton hat bikaranîn. Ji ber vê yekê zirarekê mezin da awayê çêkirina coyîkê û niha li ber hilweşînê ne. 

Divê xwedî li çandê derkevin 

Xwediyê aşî Seyfeddîn Uçer ku mamosteyeke teqawid e, qala aş kir: “Dema ez zarok li vir 27 aş dixebitîn û eleqeyeke zêde ji bo aşan hebû. Xelkê herêmê dexlê xwe dianîn aşan. Her wiha li herêma Payîzavayê li gundên din jî gelek aş hebûn. Heta zivistanê ev aş 24 saetan dixebitîn.”  Bi domdarî Uçer bal kişand ser nexebitandina aşan û da zanîn ku dewletê ava Coyîka Şamîranê ya ji bo aşan dihat tevek kişandiye Wanê û got:“Armanca min parastina çand û dîroka me ye. Dixwazin vê mîrateyê derbasî zarok û neviyên xwe bikim. Miletê me êdî dexlê xwe dibin febrîqeyan ku arê wê ji bo tendûristiya mirovan jî nebaş e. Min jî xwest xizmeta miletê xwe bikim û çanda me ya kevnare bizanibin. Miletê me divê xwedî li vê çandê derbikeve. Her aşek dikare 100 kesan xwedî bike.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.