4 xwişk yek doz

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 8 Nîsan 2024 - 00:42

SORGUL ŞÊXO / NÛJINHA / HESEKÊ

Rêwîtiya Nûda, Nûdem, Bihar û Eylul di paşila xwe de çîrokek tijî hêvî, têkoşîn û heta dawiyê berxwedanê bi xwe re ji Serêkaniyê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye heta Til Temirê aniye. Nûda û Nûdem xwişkên hev in, Bihar û Eylul jî ên hev in her wiha keçapên hev in. YPJ’ê dikaribû wan di hêzekê de bîne cem hev. Nûdem Serêkaniyê ji warê Mîtaniyan ango Serêkaniya dagikirî ye, sedema tevlibûna xwe wiha tîne ziman: "Ez sala 2020’an tevli nava refên YPJ’ê bûm, sedem bandorbûna ji fikrên Rêber Apo û şehadeta şervanan. Hebûna jinan di bin zilm û zordariya dewleta Tirk de, hêrsê çêdike ku em bêtir bi kîn û ruhê tolhildanê têkoşîna xwe xurtir bikin."

Nûda xwişk û rêhevala Nûda ye wiha dibêje:"Bi saya şoreşê, jinan hev nas kirin û ev bi saya Rêber Apo çêbû, ez li vir rojbûna wî pîroz dikim û dibêjim 4’ê Nîsanê ji bo jinan roja zayîneke nû ye, ji ber ku zayîna Rêberê me û hêza me YPJ’ê ye." Bihar Bahoz piştî ku Nûda û Nûdem beşdarî YPJ’ê dibin bi bandor dibe û ew û xwişka xwe bi hev re soz didin tevli YPJ’ê bibin:"Piştî tevlibûna me ya YPJ’ê em ketin kûrahiya dîroka xwe û min wê çaxê fam kir ku çiqasî jin bindest in û nasnameya wan di tevahiya dîrokê de hatiye binpêkirin û dizîn."

Eylul xwişka Bihar e dibêje:"Pêwîst e jin li ku dera cîhanê dibe bila bibin xeta Rêber Apo bigrin. Hêja ye ku di roja rojbûna Rêber Apo de hemû jin werin tevli YPJ’ê bibin û li dora serokê xwe bibin xelekên ji agir."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.