32 sal in bavê xwe li girtîgehê dibîne

Sêşem 8 Cotmeh 2024 - 02:15

Nivîskarê girtî Resûl Baltaci tevî ku cezayê xwe qedandiye jî nayê berdan. Kurê wî Azad Baltaci yê ku sê meh piştî girtina bavê xwe hat dinê, bertek nîşanî neberdana bavê xwe da û got cezayên ku li bavê wî dibirin bi armanca tolhildanê ye.

Nivîskar Resûl Baltaci li Batmanê di 15’ê cotmeha 1992’yan hatî girtin, li gel ku cezayê xwe yê 30 salî qedand jî bi hinceta ku cezayên hucreyê yên berê lê hatine birîn, li gel ku îtîrazî Dadgeha Cezayê Giran a Duzceyê kir jî berdana wî hat astengkirin û hê jî girtî ye. 

Parêzerên Baltaci 18’ê tebaxa 2022’yan jî serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan. Lê belê dîsa jî Baltacî nehat berdan. Ev 11 meh in tevî ku “cezayê hucreyê” yê Baltacî nîne jî AYM’ê serlêdanê nenirxandiye û biryar nedaye. 

Bêhiqûqî ye

Bi sê mehan piştî girtina Resûl Baltaci re kurê wî Azad Baltacî ku niha 32 salî ye tê dinê. Azad Baltaci nerazîbûn nîşanî bêhiqûqiya li ser bavê xwe da. 

Baltacî got,’’Sê neviyên bavê min çêbûn. Em ê bi hev re biçûna pêşwaziya bavê min lê mixabin nehat berdan. Ev 32 sal in bi bêhiqûqiyan tije û derbas bû. 32 sal in li benda bavê xwe me. Girtina wî bêhiqûqî, taloqkirina berdana wî bêhiqûqî. Li hemberî me pergalek  heye ku qanûnên xwe nas nake heye.”

Armanc tolhildan e

Baltacî bi domdarî got,’’Ev cezayên ku li bavê min tên birîn, bi armanca tolhildanê ye. Ev 10 sal in em diçin girtîgeha Duzceyê û tên. Mesafeyek dirêj e. Dayika min jî ji ber ku nexweş e, gelek caran nikare biçe hevdîtinê.” 

Wêneyê li gel nevî bûye sûc 

Baltaci da zanîn ku yek ji cezayê hucreyê gerandina govendê ye, cezayê din jî pirtûkên ku li qawîşê ne û her wiha pênûsa serê wê tûj û meqasa ji kantînê hatiye stendin jî kirine hinceta erêkirina înfazê. Azad Baltaci anî ziman ku bavê wî wêneyên ku li gel neviyên xwe kişandiye bi rêya nameyek li ser navê kesek din şandiye kirin sedema birîna cezayê disiplînê.

MA/FETHÎ BALAMAN/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.