30 sal ne belesebeb bûn

Pêncşem 23 Adar 2023 - 02:51

DÎCLE MÛFTÛOGLU/MA/AMED

 

Hanefî Eser, 30 salan di girtîgehê de ma û xeyala wî ew bû ku tev li Newroza Amedê bibe. Dema ber bi qada Newrozê ve diçû, ji ber kelecanê lingên wî dileriziyan û dibêje: “Dema ber bi vê qadê ve dimeşim, weke ku ber bi hucreya Mazlum Dogan ve bimeşim hîs dikim.” 

Hanefî Eser, li kêleka hucreya ku Mazlum Dogan ev çalakî li dar xistî dima. Eser, piştî 30 salan êdî “azad e.” Herî dawî di sala 1991’an de li Taxa Korxetê Newroz pîroz kir. Wê demê lastîk hatibû şewitandin, bi sedan kes kom bûbûn û tevî ku qedexe bû jî yek ji Newrozên herî biheybet pîroz kir. Demekî kin piştre jî Eser berê xwe da çiyê. Eser demek piştre hate girtin, bi rojan di êşkencexaneyê de ma û piştre xistin girtîgehê ku 30 salan li wir ma. 

 

Ji bilî berxwedanê riyeke din nîne

Di 27’ê mijdara 1992’yan de doza wî tê lidarxistin û piştî darizandina rojekê tê girtin. Roja ku derxistin edliyeyê, dibihîse ku hemû dikan hatine girtin. Wê demê fêm dike ku gel xwedî li wan derdikeve û ji vê yekê pir moral digire. Dema diçe girtîgehê, salvegera damezirandina PKK’ê ye û pîrozbahî hebûn.  

Hanefî Eser dibêje cezayê muebbetê lê hatibû birîn û nekarîbûn ji hêla fîzîkî wan tune bikin lê mirina ruhî li wan dihat ferzkirin. Eser, wiha didomîne: “Mazlum Dogan ji xwe derheqê vê mijarê de tespîteke wiha dikir; ‘ew her cureyên êşkenceyê li me dikin lê ji bilî berxwedanê tu rêyên me yên din nînin.’

Mirov bi helwesteke xwe dikare dîrokê binivîse û berê dîrokê biguherîne. Mazlum Dogan, Kemal Pîr, Hayrî Durmuş û hevalên din berê dîroka ku nebaş pêş diket guherandin. Bi xwe re rastiyek afirandin ku îro bi milyonan kes anîne ba hev.” 

 

Ev pîrozbahî şoreş e

Eser pîrozbahiya mezin a li Anedê weke “şoreş”ê bi nav kir û wiha dewam kir: “Û Heval Mazlum ev afirand. Şoreş ev e. Çalakiya ku wî kirî, dîroka şoreşekê bû. Ji ber ku bi milyonan kes daketin qadan û vê cejnê pîroz dike. Em dibêjin cejn tê wateya parvekirinê, tifaqa civakê. Em niha bi milyonan kes tên ba hev. Mesele ev e. Rêbertî ji xwe dibêje pêvajoya avakirinê heye. Heke em bikarin vê şoreşê bi ser û ber bikin, wê demê dê bi ser kevin. Peywira me ya niha jî ev e.” 

 

Em ê li Ocalan bi xwe guhdarî bikin

Eser, got, yek ji mijarên di girtîgehê de kela canê wî gelekî rakirî xwendina nameya Rêber Abdullah Ocalan di Newrozê de bûye: “Wê rojê mijara sereke temaşekirina li televîzyonê bû. Bêguman me ew name, gotinên Rêbertiyê baş fêm nekirin. Heke me wê demê baş fêm bikira, ev pirsgirêk wê heta îro nehata.” Eser, dibêje ku tevî hemû êşan jî tu carî hêviya xwe winda nekiriye û wê di demekî nêz de peyama Rêber Abdullah Ocalan li qadan ji devê wî guhdarî bikin.”

Agir tê dadan, milet cilên xwe diavêjin nava agir, saet derbas dibin û tevî hemû astengiyan jî coşa li qada qet kêm nabe. Piştre jî Hanefî Eser li girseya ku dirûşma “Bijî Serok Apo” berz dike dinihêre, piştre li min vedigere û wiha dibêje: “Em 30 salan di girtîgehê de man, me bedeleke mezin da lê îro min dît ku ewqas salên me vala neçûne.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.