Pirsgirêkên li girtîgehan dewam dikin
Sêşem 4 Mijdar 2025 - 03:05

Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê parêzer Yûsûf Erdogan qala çavdêriyên xwe yên li girtîgehên Xarpêt û Amedê kir û got pirsgirêkên li girtîgehan dewam dikin.
Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ji bo pirsgirêkên li girtîgehan li cih bişopîne û bike rapor hefteyên derbasbûyî serdana girtîgehên li Amed û Xarpêtê kir. Di çarçoveya serdanê de parêzer bi girtiyan re axivîn, têkildarî binpêkirinan û daxwazên wan li girtiyan guhdarîkirin.
Yek ji endamên heyeta ÎHD'ê ya serdana girtîgehan kir Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya ÎHD'ê parêzer Yûsûf Erdogan anî ziman ku girtiyan gotine pirsgirêkên ragihandinê, xwarina paqij û têrker, hîjyen û veguhestina ji bo nexweşxaneyan dewam dikin û girtiyên nexweş jî li gel raporan nayên berdan.
Yûsûf Erdogan ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan berpirsyarî dikeve ser milê her kesî, weke ÎHD wê serlêdanên pêwîst bikin û got, "Rewşa girtiyên nexweş nabe ku bibe mijara bazariyê ya vê pêvajoyê." Lewma jî bang kir ku girtiyên nexweş yekser bêne berdan.
Yûsûf Erdogan diyar kir ku hem li Xarpêtê hem jî li Amedê li girtîgehan xizmetên tedawiya diran û tenduristiya giştî gelekî kêm e.
Yûsûf Erdogan anî ziman ku salên dawî hejmara girtîgehê bi ewlekariya bilind ên bi tîpên S û Y zêde bûne, ev yek jî sîstemeke nû ya tecrîdê bi xwe re tîne.
Yûsûf Erdogan ragihand ku mehkûmên jin demeke dirêj e dixwazin kamerayên li cihên taybet bêne rakirin, lê belê hîn jî bersiv ji vê daxwaza wan re nehatiye dayin.
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN















