3 zarok radestî şandeya Brîtanya kirin

Çarşem 20 Cotmeh 2021 - 01:50

  • Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 zarokên DAIŞ’ê radestî şandeya Brîtanyayê kir. 

Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 zarokên DAIŞ’ê radestî şandeya Brîtanyayê kir. 

Şandeyeke Brîtanyayê doh bi serokatiya nûnerê Brîtanya yê taybet bo Sûriyê Jonathan Hargreves çû serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku qewimînên dawîn ên li herêmê nîqaş bikin. Şande ji aliyê hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer, rêveberê dergehan a Rêveberiya Xweser Xebat Mihemed û nûnera Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Zozan Enes, ve hate pêşwazîkirin.

Herdu aliyan li ser rewşa koçberan û gefên vê dawiyê yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, peyivîn.

Ebdulkerîm Omer got, “Destpêkirina pêvajoya siyasî bi beşdarbûna nûnerên Rêveberiya Xweser û hemû pêkhateyên gelê Sûriyê ji bo çareserkirina krîza Sûriyê gorî biryarên navneteweyî bi taybet biryara 2254, ji bo herêmê girîng e.”

Biryara hejmar 2254 a Konseya Ewlehiyê ya NY’yî ye ku di 18’ê Kanûna 2015’an hatibû dayîn, têkildarî agirbestê û çareseriya siyasî ya rewşa Sûriyê.

15 navendên din

Her wiha Omer her wiha bal kişand ser rewşa kampên malbatên DAIŞ‘ê û got: “Bi sedan zarokên li kampan hene ku hewcedariya wan bi ji nûve perwerdekirinê heye. Vekirina Navenda Hûrî ya Parastin û Perwerdekirina Zarokan tecrûbeyeke serkeftî bû. Em ê her wiha 15 navendên din ji bo perwerdekirina zarokên DAIŞ’ê vebikin. “

Serokê şandeya Brîtanya Jonathan Hargreves jî teqez kir ku dîtina çareseriyeke siyasî li gorî biryar 2254, tekane rê ye ji bo pêkanîna aştiyê û îstiqrara mayînde li Sûriyê.

Jonathan Hargreves wiha pê de çû: “Derfetên leşkerî, darayî û pratîkî yên DAIŞ‘ê bi saya keda ku hatî dayîn, kêm bûye, lê dîsa jî ew li Sûriye û Iraqê û li her derê metirsî ye. Ji lewra Koalîsyona Navneteweyî pabendî tunekirina DAIŞ`ê bi temamî ye. Ev xebat bi saya fedekariyên ku gelê Sûriyê dane, pêk hat.”

3 zarokên DAIŞ’ê yên Brîtanî

Di dawiya hevdîtinê de Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 zarokên DAIŞ’ê yên Brîtanî radestî şandeya Brîtanî kirin. Piştî radestkirinê, herdu aliyan belgeyên radestkirinê îmze kir. 

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.