29 sal derbas bûn
Çarşem 15 Çile 2025 - 02:30
Li gundên Gerê û Xwaran a navçeya Basa ya Şirnexê di 10-12ê çileya 1995’an de Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç di serdegirtinê de hatin binçavkirin û ew birin Tabura Cendermeyan a Taşkonakê. Li wir ji aliyê cerdevanên bi navê Mehmet Oner, Hamît Yilmaz, Abdulhalîm Yilmaz û Lokman Ozdemîr ve li dolmîşê hatin suwarkirin. Dema dolmîş gihişt gundê Koçyurdû ji aliyê lêşkeran vê hat sekinandin û gulebarankirin. Di encama gulebaranê de 11 welatî hatin kuştin. Piştre jî hatin şewitandin. Cenazeyên ku bûn xwelî radestî malbatan nekirin. Ji hêla leşkeran ve beyî lêkolînkirina nasname û merasîma olî bi lêz û bez hatin definkirin.
Xwestin PKK’ê sûcdar bikin
Piştî komkujiyê Albay Oguz Kalelîoglû daxuyaniyek da û got ‘Qetlîama ji hêla PKKê ve hat kirin’. Albay îdîa kiribû ku PKKê bi vê yekê agirbest îhlal kiriyê. PKKê jî gotinên albay derewand. Xizmên kesên hatin kuştin jî gotibûn lêşkeran ev komkujî pêk hatiye. Piştî 13 salan wezîrê wê demê Adnan Ekmen, gotibû, ‘PKKê nekiriyê, ji aliyê JÎTEMê ve pêk hatiyê. Ji bo lêkolîna bûyerê li Stenbolê şandeyeke ku ji saziyên sivîl pêk dihat hate amade kirin. Şandeyê li gorî dane û agahiyan ragihand ku komkujî ji hêla hêzên dewletê ve pêk hatiye’. Di doza ku li DMME de hat lidarxistin de Tirkiye hat mehkûmkirin.
Li Tabûrê hatine kuştin
Li gorî rapora Koma Xebatê ya ji bo Aştiyê, di navbera 10-12’ê çileya 1996’an de leşkeran bi ser gundê Gerê û Xwaran ên navçeya Basa de girtin. Di serdegirtinê de Abdullah Îlhan, Ahmet Kaya, Alî Nas, Neytullah Îlhan, Halît Kaya û Ramazan Oruç hatin binçavkirin. Ew birin Tabûra Cendirmeyan a Taşkonakê. Li vir li wan êşkence hate kirin û li tabûra cendirmeyan hatinê qetilkirin. Xizmên kesên hatinê kuştin li ser daxwaza Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê bi hev re li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpa şahidî kirin. Tevî ku 2 meh ji ser re derbasbûn jî tu lêpirsîn nehat kirin. Li ser vê yekê Koma Xebatê ya Ji bo Aştiyê, di 16’ê Nîsanê de li ser Serfermandariya Giştî ji Serdozgeriyê Cuhuriyetê yê Stenbolê re giliyê sûc kir. Lê di vê hewldanê de jî tu encamek derneket. Herî dawî 16’ê welatiyên ji Basayê di sala 2000’an de li Serdozgeriya Komarê ya ya Enqerê giliyê sûc kirin. Lê ti encamek derneket. Tevî 29 sal ji ser komkujiyê re derbas bûn jî kesên komkujî pêk anîn nehatin cezakirin. Komkujiya Basayê jî weke her komkujiyeke li ser axa Kurdistanê bê ceza hat hiştin.
AW/ŞIRNEX